Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin

  • jin
  • 09:00 9 Cotmeh 2021
  • |
img

RIHA - Hinarên binavûdeng ên Pirsûsê di nav lepên jinan de vediguherin tirşa hinarê. Ayn Zelîha Bînîcî got: "Ji ber ku em li vir bi daran, bi axê, bi hinaran û bi çêkirina tirşa hinaran re mijûl dibin, em kêfxweş in." 

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hinarên kemlilîn, ji bo tirşa hinarê tên berhevkirin. Hinarên şeveqê zû li nav baxçeyan dest bi berhevkirina wan tê kirin, piştî ked û tahbeke mezin dibin tirşa hinaran. Li gundê Mideba Mezin ê Pirsûsê Ayn Zelîha Bînîcî, hinarên ji nav baxçeyên xwe berhev dike, pêşî wan dibe malê, bi dû re wan dike du feql û di nav lepên xwe de wan bi kevçiyekî textik dikute û navikên wan derdixe. Bînîcî navikên hinaran rojekê dide sekinandin û bi dû re an dixe sîtilan û 2 rojan dikelîne. Piştî vê ava hinaran bera meterayan dide û û wekî tirşa hinarn difiroşe. 
 
JI 200 KÎLO HINARÎ 7 KÎLO TIRŞA HINARAN DERTÊ
 
Bînîcî, anî ziman ku rojê 200 kîlo hinar berhev dikin û ji 200 kîlo hinarî 7-8 kîlo tirşa hinaran dertê. Bînîcî, diyar kir ku bi kevçiyê textik li hinaran dixe û hebên wan derdixe û got: "Piştî em hebên wan bi vî awayî derdixin, em wan rojekê didin sekinandin. Paşê em wan dixin sîtilên mezin û dikelînin. Em 2 rojan dikelînin. Piştî baş tên kelandin em cardin wan disekinîn. Bi dû re em wan dixin metereyan û difiroşin." 
 
KÎLOYA WÊ BI 50 TL'YÎ YE
 
Bînîcî, diyar kir ku di çêkirina tirşa hinaran de jin pir tahbê dibînin û kîloya tirşa hinaran bi 50 TL'yş difiroşin. Bînîcî, destnîşan kir ku mifha tirşa hinaran pir heye û ji bo gelek nexweşînan baş e. Bînîcî, bilêv kir ku di salekê de nêzî 40 kîlo tirşa hinaran çêkidin û difiroşin.
 
Bînîcî, bilêv kir ku ji ber ku ji çêkirina tirşa hinaran hez dike vî karî dike û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Karê baxçe tune bûna, em ê aciz bûbûna. Em tirşa hinaran bi kêfxweşî çêdikin. Ji ber ku em li vir bi daran, bi axê, bi hinaran û bi çêkirina tirşa hinaran re mijûl dibin, em kêfxweş in." 
 
MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can