Li Stenbolê jinek hat kuştin

  • jin
  • 14:10 28 Îlon 2021
  • |
img
STENBOL - Xebatkarê agirkujiyê Sebahattîn Can, li navçeya Esenyûrtê, hevjîna xwe Melîke Can kuşt. 
 
Xebatkarê agirkujiyê Sebahattîn Can (36) ê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê dijî, hevjîna xwe Melîke Can (28) kuşt. Kujer Sebahattîn Can pişt re derket derve û wiha qîr kir: “Min hevjîna xwe kuşt li polîsan bigerin.” Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin, tespît kirin ku Melîke Can jiyana xwe ji dest daye. 
 
Kujer hat binçavkirin û wî sewqî edliyeyê kirin.