Dayikên Aştiyê û TJA’yê serdana Emîne Şenyaşar kirin

  • jin
  • 14:59 21 Îlon 2021
  • |
img
RIHA - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û aktivîstên TJA’yê di roja 197’emîn a Nobeta Edaletê de serdana Emîne Şenyaşar kirin û bi gotina “Em ji bo herkesê edalet û aramiyê dixwazin” banga piştevaniyê kirin. 
 
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 197’emîn de didome. Dayikên Aştiyê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ji Îzmîrê hatin serdana malbata Şenyaşar kirin. 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin di serdanê de axivî. Yalçin, diyar kir ku hatine êşa Emîne Şenyaşar parve bikin û xwest ku edalet ne tenê bo kesekê divê ji bo herkesê be. Yalçin, da zanîn ku hemû kesên dibêjin ez dayik im divê piştevaniya Emîne Şenyaşar bikin û wiha got: “Em edaletê dixwazin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin û bikevin girtîgehê. Ji bo herkesê edaletê dixwazin.”
 
‘MIN JI BO EDALETÊ AX KOLA’
 
Dayika Emîne Şenyaşar jî da zanîn ku bi daxwaza edaletê di nobetê de ne û wiha got: “Em ji bo edaletê li Enqereyê, Stenbolê û Amedê geriyan. Malbata min qetilkirin. We qet dîtiye ku li nexweşxaneyê mirov hatine kuştin? Qet nebe kurê min yê di girtîgehê de berdin. Ma ev wijdan û edalet e. Min ax kola, min got belkû edalet ji wir derkeve lê derneket.”
 
‘BILA CANÊ KESÊ NEŞEWITE’
 
Dayika Aştiyê Perûze Kurt jî diyar kir ku êş û hesirên çavan ên dayikan heman in û wiha got: “Em naxwazin canê kesê bişewite. Dema em dayika Şenyaşar di televîzyonan de dibînin dilê me dişewite. Em ji bo herkesê edalet û aramiyê dixwazin. Mirov ji bo bijîn hatine ser dinê ne ji bo mirinê. Em naxwazin kes bimire.” 
 
Jinan demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girtin û pişt re ji qadê veqetiyan.