Bang li rêxistinên navneteweyî kir: Divê dijminê jinan Talîban neyê naskirin

  • jin
  • 10:56 25 Tebax 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldana Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Komkujiya Jinê ya Ji bo Aştî û Ewlekariyê, bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir û xwest li dijî hêzên ku destekê didin Talîbanê, bikevin nava liv û tevgerê. 
 
Hewldana Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Komkujiya Jinê ya Ji bo Aştî û Ewlekariyê, di daxuyaniya da de, bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî Talîbanê ku li Afganîstanê gelek cih û wargeh bi dest xistin, rêveberiya şerîatê îlan kiriye û biryarên ku mafên bingehîn ên jinan paşguh dike xistiye meriyetê, bikevin nava liv û tevgerê. 
 
Di daxuyaniya ku bi ser navê “Banga ji bo hemû sazî û dezgehên navneteweyî” hat weşandin de, wiha hat gotin: “Rejîma Talîbanê navê din ê newekheviya ji bo jinan, binpêkirinên mafan û qetilkirinê ye. Ji bo çekdanîna Talîbanê divê zûtirîn gavên bilez bên avêtin! Pêdivî heye ku tavilê cezayên li dijî hemî hêz û dewletên ku alîkariya çekan daye Talîbanê, were sepandin! Divê li dijî vê rejîma bingehînparêz tavilê her cure tedbîr bên girtin, mafê jiyanê yê hemî komên li dijî Talîbanê, bi taybetî jin û zarokên li Afganistanê, li ber çavan were girtin! Divê dijminê jinn Talîban neyê naskirin.
 
Bi van bergiriyan re jî, em bang dikin ku destek ji bo têkoşîn û berxwedana jin û kesên li Afganîstanê li dijî Talîbanê derdikevin bê kirin.”