Jinên kedkarên nava malê ewlehiya xwe dixwazin

  • jin
  • 09:04 23 Tebax 2021
  • |
img

AMED - Jinên ku tevahiya emrê xwe, di nava malê de, bi paqijiyê, xwarin çêkirinê, li hevjîn, zarok, kal û pîran mêzekirinê derbas dikin, diyar kirin ku keda wan nayê dîtin û xwestin weke kedkarên malê bên pênase kirin û daxwaza ewlehiya xwe civakî kirin. 

Jinên li navçeya Sûr a Amedê dijîn, dest nîşan kirin ku keda wan a tevahiya rojê nayê dîtin û ewlehiya wan a civakî jî nîne. Hin jinên ku me derbarê zehmetiyên dikişin de, mikrofona xwe dirêjê wan kirin, lê jinan da zanîn ku ew ji ber zexta mêr nikarin derkevin pêşberî kamerayê.
 
KEDA WAN NAYÊ DÎTIN
 
Jina 34 salî Arzu Çelîk, diyar kir ku ew di zewaca xwe ya 18 salî û berê wê de, her tim karê malê dike. Çelîk, da zanîn ku ew jî mîna her kesî dixwaze ewlekariya tenduristiya wê hebe û wiha axivî: “Tu pêşerojeke me tuneye. Ez 24 saetan xwarinê çêdikim, cil û firaqan dişûm, erdê dimalim û malê paqij dikim. Li malê qezayek biçûk jî çêbe, ezê nekarim biçim bijîşk, ji ber ku sîgorteya min nîne. Îro ez ne xanima malê me, ez kedkara malê me. Mafê me jî heye û em vî mafê xwe dixwazin. Karên nava malê jî ewqas ne hêsanin. Weke kedkarekê malê, ez jî dixwazim bibim emekdar. Divê keda me jî bê dîtin.”
 
JI 50 SALAN ZÊDETIR XEBITÎ
 
Huzyete Demîr (70) ku nîvê jiyana xwe bi karê malê re derbas dike, bertek nîşanî nedîtina keda xwe da û wiha got: “Di malekê de, jin paqijiyê dikin, li zarok, hevjîn, pîr û kalên xwe mêze dikin. Min jî bi salane paqijî kir û hemû karên malê kirin. Hevjînê min wefat kir. Min bi tena serê xwe li 10 zarokan mêze kir û mezin kirin. Ji 50 salan zêdetir min karê malê kir. Ez niha bûme 70 salî û ne emekdarim. Keda me jinan nayê dîtin. Lê dîsa jî, em niha di rewşek baş de ne. Jin hîn zêdetir dikarin mafên xwe biparêzin. Ked û xebata zilam tê dîtin. Lê kar û xebata jinan a 24 saetan a di malê de nayê dîtin.”
 
DAXWAZA EWLEHIYA CIVAÎ
 
Jina 52 salî Fatma Altun jî, dest nîşan kir ku ew 40 salin karê malê dike û ev daxwaz kir: “Bi vî awayî nîşanî me dan, jin dê karê malê bikin, tiştekî din nekin. Her kes dixebite, lê keda me nayê dîtin. Ez li hevjînê xwe yê astengdar mêze dikim û bi saetan dixebitim. Li ser navê hemû jinan, em weke karkerên malê ewlehiya xwe ya civakî dixwazin.”
 
MA / Eylem Akdag