'Şoreşa Rojava nîşan dide ku dê şoreşa demokratîk çawa bê avakirin'

  • jin
  • 09:03 18 Tebax 2021
  • |
img
STENBOL - Feminîst Hulya Osmanagaoglû, diyar kir ku Şoreşa Rojavayê rêxistinbûyîneke şoreşa demokratîk e û got: "Model, bes ne mafên qanûnî ye, bihêzbûna jinan a li nav malê li dijî mêran û parastina mafên li nav malê jî di xwe de dihewîne. Şoreşa Rojavayê, awayê avakirina gava piştî şoreşa demokratîk nîşan dide." 
 
Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku cara ewil di Gulana 2013'an de li Amedê hatibû lidarxistin, ya dudoyan jî îsal di 30-31'ê Tîrmehê de li Lubnanê hat lidarxistin. Di konferansê de biryar hat girtin ku tifaqa jinan bê avakirin. 
 
Feminîsta serbixwe Hulya Osmanagaoglû ku wekî delegasyon tevli konferansê bû, behsa girîngiya konferansê, biryarên wê û yekîtiya têkoşîna jinan nirxand. 
 
YEKÎTÎ JI BO ŞOREA DEMOKRATÎK 
 
Osmanagaoglû, diyar kir ku di konferansê de jinan pirsgirêkên bi wan re rû bi rû dimînin û têkoşîna li hemberî pirsgirêkan vegotine û destnîşan kirine ku divê ji bo şoreşa demokratîk bên cem hev û bi hev re bitêkoşin. Osmanagaoglû, biryara konferansê ya derbarê avakirina tifaqa jinan de jî nirxand û got: "Hat diyarkirin ku bê civaka çawa bandorê ji hev digrin û têkoşîna feminîst a jinan ku bê çawa sînoran derbas dike û jinan bihêz dike û lewma ji bo bi awayekî hevwext tevbigerin divê 'tifaqa jinan' bê avakirin." 
 
TEMSÎLIYET DI QADA SIYASÎ DE 
 
Osmanoagaoglû, da zanîn ku di konferansê de herî zêde zextên îslama siyasî û li dijî vê sekularîzmê hatine nîqaşkirin û yek ji xalên girîng jî awayê temsîliyeta jinê ya di qada siyasetê de bûye. Osmanafagoglû, got: "Ji bo min xala balkêş a di warê feminîstiyê de ev bû; ne girîng e bê çend jin li Meclîsê ne, ya girîng çend jinên feminîst ji bo parastina mafên jinan li wan meclîsan e û mafên jinan diparêzin. Tenê ne temsîliyeta jinê, bi israr wekî ku em li vir ji hevalên xwe yên tevgera kurd jî dizanin, bi israr temsîliyeta jinê ya di qada siyasî de hat destnîşankirin. Em divê hem di nav vê têkoşînê de hem jî divê em di temsîlieta siyasî de bin." 
 
BERXWEDAN JINÊ 
 
Osmanaoagaoglû, bal kişand ser girîngiya konferansê û destnîşan kir ku konferansê da der ku çendî li Rojhilata Navşn û Afrîkayê zextên patriyarkayê hebin jî, hêza têkoşîna jinê da der û ev yek ji bo wan bûye cihê moralê. 
 
ŞOREŞA ROJAVA
 
Osmanagaoglû, ji bo Şoreşa Jinê ya Rojavayê jî ku di konferansê de pir hat nîqaşkirin jî diyar kir ku ji mafên qanûnî wêdetir, di warê awayê bihêzbûna jinan de bûye model û got: "Modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bes ne mafên qanûnî ye, bihêzbûna jinan a li nav malê li dijî mêran û parastina mafên li nav malê jî di xwe de dihewîne. Di vî warî de dikarim bibêjim ku modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinbûyîneke şoreşa feminîst e. Şoreşa Rojavayê, awayê avakirina gava piştî şoreşa demokratîk nîşan dide. 
 
MA / Dîren Yûrtsever