Ji bo 3 endamên RJAK'ê kampanya îmzeyê hat destpêkirin

  • jin
  • 13:22 17 Tebax 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo 3 endamên  RJAK'ê ku ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatin biçavkirin, kampanyaya îmzeyê hat destpêkirin. 

 
Şandeya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina bajarê Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatin binçavkirin. Ev 14 roj in aqûbeta rêveber û endama RJAK’ê nayê zanîn.
 
Komek aktivîstên jin û rojnamevan ji bo azadiya endamên RJAK’ê ên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, kampanyaya îmzeyê dan dest pêkirin.
 
Li ser navê koma aktivîst û rojnamevanan daxwaznameyak ji bo Desteya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Herêma Kurdistan, Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman, raya giştî û hemû aliyên pewndîdar hate şandin û belavkirin.
 
'RJAK SAZIYEK FERMÎ YE'
 
Di daxwaznameyê de wiha hat gotin; “Em ji bo azadiya 3 aktivîstên jin ên RJAK’ê kampanyayek îmzeyan didin destpêkirin. Her kesê xwe berpirs dibîne û dijî tundûtujiyê disekine, bila li binê vê daxwaznameyê îmzeya xwe bavêje. RJAK rêxistinek fermiye û ji bo hişyariya jinan û civakê kar dike. RJAK dijî tundûtujî, kuştina jinan û dijî dagirkeriyê, ji bo civakek azad û demokrat kar dike.”