Mirina biguman a jineke ku malbata wê ew ji stargehê wergirt

  • jin
  • 13:18 13 Tebax 2021
  • |
img

STENBOL - Hat hînbûn ku Reyhan A. ku bi awayekî biguman li Stenbolê jiyana xwe ji dest dabû di îfadeya xwe ya daye qereqolê de wiha gotiye “Heke tiştek bê serê min S.Ç, malbata S.Ç, dayika min û birayên min berpirsyar in.”

 
Hat îdiakirin Reyhan A. ku bi awayekî biguman li mala xwe ya li Stenbolê jiyana xwe ji dest dabû, întîhar kiriye. Reyhan A. li gundê Hêşter ê navçeya Sasona Batmanê, beriya 6 mehan bi cerdevan S. Ç. re bi mehra olî hatiye zewicandin, piştî ku hîn dibe S.Ç. tiryakkêş e xwestiye wî berde. Ji ber S.Ç. tundiyeke sîstematîk lê dikir Reyhan A. xwe negirt û li stargeheke li Stenbolê bi cih bû. Reyhan A. ya 15 rojan li stargehê ma, di encama zexta malbatê de ji stargehê derket û bi malbata xwe re jiya. Reyhan A. ya di vê pêvajoyê de ji bo vegere cem hevjînê xwe zext lê dihatin kirin, di şeva 11’ê tebaxê de li mala malbata xwe bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
2 ROJAN LI MALÊ KILÎLKIRÎ MA 
 
Xizmên Reyhan A.’yê mirina wê biguman dîtin û bi lêv kirin ku hem hevjîn hem jî malbata Reyhan A.’yê tundiya sîstematîk lê dikir. Xizmê Reyhan A’yê yê bi navê B.Y. ev tişt gotin: “Beriya 6 mehan daweta wan çêbû. Reyhan A. ya hîndibe ku S.Ç. tiryakê bikartîne, gustîlê ji destê xwe derdixîne. Pişt re malbat dikevin navberê û wan li hev tînin. Pişt re dîsa niqaş derdikeve di navbera wan de. Reyhan A. deriyê odeyê li ser xwe kilîl dike. Ş.Ç. jî deriyê malê kilîl dike û derdikeve. Piştî kes nayê malê agahiyê dide polîsan. Polîs bi kilîlçêker deriyê malê vedikin û Reyhanê dibin qereqolê. Reyhan jî diçe mala malbata xwe ya li Stenbolê.”
 
‘TIŞTEK BI SERÊ MIN WERE BERPIRSYAR…’
 
B.Y. diyar kir ku tundiya ser Reyhan A. ya bi zexta malbatan dîsa vegeriya Êlihê berdewam kir û wiha axivî: “Li Êlihê dîsa diçe qereqolê û giliyê dike. Di îfadeya xwe ya qereqolê de wiha dibêje ‘Heke tiştek bi serê min were S.Ç, malbata S.Ç’yê, dayika min û birayên min berpirsyar in.” Piştî giliyê li stargeheke li Stenbolê bi cih dibe.  Beriya 15 rojan malbata wê lê digere, qeneh dike û bang lê dikin biçe malê. Li ser vê yekê Reyhan A. jî diçe mala malbata xwe. Pişt re hat gotin ku di 11’ê tebaxê de xwe kuştiye. Malbata wê her tim zext lê dikirin ku vegere mala hevjînê xwe.”
 
Wê cenazeyê Reyhan A.’yê îro li navçeya Salîhlî ya Manîsayê were definkirin.
 
MA / Dîren Yurtsever