Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin

  • jin
  • 20:39 15 Tîrmeh 2021
  • |
img
AMED - Meclîsa Jina a HDP'a Amedê bi dirûşmeya "Em ji bo azadiya xwe, xwe birêxistin dikin, bi ruhê Denîzan ber bi azadiyê ve dimeşin" damezrandina xwe ragihand. 
 
Meclîsa Jinan a HDP'a Amedê bi dirûşmeya "Em ji bo azadiya xwe, xwe birêxistin dikin, bi ruhê Denîzan ber bi azadiyê ve dimeşin" damezrandina xwe ragihand. Bername li otêlekê hat lidarxistin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlementerên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn û Semra Guzel û gelek jin tevli bernameyê bûn. 
 
Lê hêwana konferansê wêneyê Denîz Poyraz û pankarta li ser "Em ji bo azadiya xwe, xwe birêxistin dikin, bi ruhê Denîzan ber bi azadiyê ve dimeşin" nivîsandî hat daliqandin. 
 
Jin, bi kincên xwe yên herêmî tevli bernameyê bûn û li ber stranan govend gerandin. 
 
'EM Ê BARÎKATAN HILWEŞÎNIN' 
 
Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran di bernameyê de axivî. Başaran, anî ziman ku îqtidar nikare bi rêyên demokratîk HDP'ê têk bibe û got: "Bi hêzên kûr û tarî jinan û partiya me hedef girtine. Ji me jinan re dibêjin 'ji bo azadiyê netêkoşin, pergala xwe ava nekin yan na em ê we hedef bigirin.' Ji ber vê Peymana Stenbolê betal kirin. Bi vê pergala me ya hevserokatiyê jî hedef digirin. Dibêjin 'neêkoşin.' Em baş dizanin dê feraseta serdest a mêrî jiyaneke azad nede ber me jinan. Em ê bi rêxistinbûyîna xwe van barîkatan hilweşînin." 
 
BEYANA JINÊ
 
Başaran, bilêv kir ku îqtidar piştî biryara Peymana Stenbolê polîtîkayên xwe yên dijminatiyê yên li hemberî jinan û zarokan didomîne û got: "Qanûnek çêkirin ji bo destdirêjiyê. Şertê delîline berbiçav danîne. Em baş dizanin, delîla berbiçav a tecawizê, dê ne beyana jinê be. Delîla destdirêjî û tecawizê tune ye, divê beyana jinê û zarokan esas bê girtin. Em ê dest ji vê destkeftiya xwe bernedin. Jin, baş dizanin ku îqtidara AKP û MHP'ê dixwaze çi bikin. Jin tenê ne ji bo xwe, bi têkoşînê dixwazin xwe ji siyaseta vî welatî xelas bikin. Em Meclîsa Jina ya HDP'ê em ê li hemberî polîtîkayên tahdeyê û rantê bitêkoşin." 
 
Başaran, destnîşan kir ku çareserî tifaqa jinê ye û got: "Em ji bo vê meclîsa jinê ava dikin. Em ji Amedê ji kesên ku jinan hepsî malan dikin re dibêjin, em ê azadiya xwe mezintir bikin. Em ê bi ronahiya Denîzan bibin dengê vê siyasetê." 
 
Piştî axaftinan jinan dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" berz kirine û bi tilîlî û çepikan govend gerandin.