'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'

  • jin
  • 09:06 13 Tîrmeh 2021
  • |
img

ENQERE - Endama Koma Kampanyayê ya Peymana Stenbolê ya Enqereyê Fatma Kiliçarslan, anî ziman ku di dema îqtidara AKP'ê de tehdeya li ser jinan zêde bûye, lê dîsa jî jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê bûne mînak. 

Di demên dawî de tahdeya li hemberî jinên ku dadikevin kuçeyan û doza heqê xwe dikin zêde bûye. Gava jin ji bo mafên xwe û parastina jiyana xwe dadikevin kuçeyan û dixwazin dengê xwe ragihînin, ji aliyê polîsan ve mafên wan ê qanûnî yê protestoyê tên astengkirin an jî bi tahdeyê tên binçavkirin. 
 
MUAMELEYEKE TAYBET
 
Yek ji bajarên ku tahdeya polîsan a li hemberî jinan lê zêde bûye jî Enqere ye. Endama Koma Kampanyayê ya Peymana Stenbolê ya Enqereyê Fatma Kiliçarslan, anî ziman ku îqtidar bi feraseta "jina maqûl" tahdeya xwe ya li ser jinên doza heqê xwe dikin zêde kiriye.
 
Kiliçarslan, bilêv kir ku li Enqereyê li hemberî jinan "muameleyeke taybet" heye û gava jin ji bo parastina mafên xwe û jiyana xwe dadikevin kuçeyan, bi tahde, taciz û gefên polîsan re rû bi rû dimînin.
 
Kiliçarslan got: "Ev rêbaza tepisandinê, li ser jinan pêk tê. Lê çi dikin bila bikin, jin tim nîşan didin ku dê tim li kuçeyan bin." 
 
‘LI HER DERÎ GEF' 
 
Kiliçarslan, destnîşan kir ku tahdeya li hemberî jinê bi awayekî aşkere tê kirin û got: "Tahdeya li hemberî jin tim hebû, lê belê ne ev qasî bêperwa bû û ev qasî li ber çavê raya giştî nedihat kirin. Lê niha gava em li gotinên hikûmeta AKP'ê mêze dikin, em dibînin dijminên jina ne. Û em vê yekê di liv û tevgerên wan de dibînin. Bi rihetî jinan hedef nîşan didin. Gava vê dikin jî, bi aşkere dikin. Guh nadin îtirazên jinan, daxwazên jinan tune dihesibînin û tim gefan li jinan dixwin, li her derî." 
 
KIRYAR TÊN PARASTIN
 
Kiliçarslan, bilêv kir ku bi gotinên îqtidarê û siyasetmedarên nêzî îqtidarê jin hedef tên girtin û tahde û kiryarên tahdeyê tên rewakirin. Kiliçarslan, anî ziman ku kiryar hêzê ji bloka faşîst a AKP-MHP'ê digirin û got: "Di tu cinayeteke jinan de kiryar bi tenê ne mêr e, di heman demê de kiryara bloka faşîst a AKP-MHP'ê ye. Dixwazin jinan qir bikin, lê dê nikaribin bi ser bikevin." 
 
Kiliçarslan, anî ziman ku kiryarên tahdeyê li jinan dikin û wan dikujin hem ji aliyê dewletê hem jî ji aliyê kiryarên dewletê ve tên parastin û got: "Ên ji kiryar û kujeran re dibên kekê, polîsên vî welatî ne. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê polîsan jî wêrek dike û daraz jî wan bi bêcezatiyê xelat dike. Me ev yek li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê di kuştina Denîz Poyrazê de dît." 
 
TÊKOŞÎN
 
Kiliçarslan, destnîşan kir ku di heyameke ku tahde û îşkence zêde bûye de jin tim li kuçeyan e û têdikoşin û ev yek cihê hêviyeke mezin e. Kiliçarslan got: "Bi rastî jî jin vîneke nuwaze didin der. Jin bi têkoşîne xwe hem ji bo xwe hem jî ji bo cîhanê dibin mînak." 
 
MA / Berna Kîşîn