Di meşa ku ber bi Ordûyê ve dayik Dokû ji ser hişê xwe ve çû

  • jin
  • 17:09 1 Tîrmeh 2021
  • |
img
DERSIM - Danişîna doza tazmînatê ku li xûça Aygul Dokû hat vekirin taloq bû û di meşa ku malbatê ber bi Ordûyê ve da destpêkirin de dayik Bedriye Dokû ji ser hişê xwe ve çû. 
 
Doza tazmînatê ku li xwişka xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistana Dokû di 5'ê çileya 2020'an de wina bû Aygul Fokû hatibû vekirin hat dîtin. Dema ku lêpirsîna derbarê windabûna Dokû de berdewam dikir, zirbavê gumanbarê serekê Zeynal Abarakov, Engîn Yucel mala xwe ji Dersîmê bar kir. Ji ber ku lêpirsîn temam nebûbû û li mala wan lêkolîna krîmînal nehatibû kirin,  Aygul Dokû bûbû asteng ku mal bê barkirin. Di 22'ê mijdara 2020'an de Yucel, bi hinceta ku Aygul Dokû xesar daye mala wî derbarê Dokû de doza tazmînatê vekir. Danişîna vê dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Dersimê hat dîtin. Aygul Dokû û dayik û bavê xwe Bedriye û Halît Dokû tevlî danişînê bûn. Heyeta dadgehê, ji bo ku xesar bê tespîtkirin û îfadeyê Engîn Yucel bên girtin danişînê taloqî 14'ê cotmehê kir. 
 
Piştî danişînê malbata Dokû li ber Edliyeyê Dersimê daxuyaniyek da çapameniyê û bi pankarta "Gulistan Dokû li kudere?" dest bi meşa xwe ya ber bi Ordûyê ve ku plan kiribû kir. Bi destpêkirina meşê de dayika Dokû got, 'Keça min li kudere, Gulistan li kudere, keça min bibînin, hestiyê wê bidin min' û bi van gotinan re ji ser hişê xwe ve çû. Jinan dayika Dokû bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê û xûça Dokû Aygul Dokû, got ku piştî ku dayika wê bi ser hişê ve bê careke din biryara xwe ya meşê binirxînin û biryar bidin.