Zeynep Kinaci li Cizîrê hat bibîranîn

  • jin
  • 16:32 1 Tîrmeh 2021
  • |
img
 
ŞIRNEX - Tevgera Jinên Azad li navçeya Cizîrê Zeynep Kinaci bi bîr anî.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Kinaci (Zîlan) a di 30’ê hezîrana 1996’an de li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera  xwe ya 25'emîn de li avahiya rêxistina HDP’ê ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi bîr anî. Dayikên Aştiyê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan û aktîvîstên TJA’yê tevlî merasîma bîranînê bûn. Di merasîmê de pankarta "Bi rihê xwedewanda me Zîlan gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşin" hat daliqandin. Her wiha li derdora wêneyê Zîlanê find hatin pêxistin.
 
Bername bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Pişt re li ser navê TJA'yê aktivîsta TJA'yê Meryem Eşkara axivî. Eşkera, diyar kir ku têkoşîna Zeynep Kinaci têkoşîna wan ronî dike. Pişt re sînevîzyona ku jiyana Kinaci vedigot hat nîşandan. Bername bi stranên ku hûnermend Merve Admiş gotin bi dawî bû.