Jinan careke din qîr kirin: Em dev jê bernadin

  • jin
  • 15:47 1 Tîrmeh 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li dijî rabûna ji meriyetê ya Peymana Stenbolê daketin kolanan careke din gotin em dev ji Peymana Stenbolê bernadin. 
 
Di 20'ê adarê de Peymana Stenbolê nîvê şevê ji nişke ve ji aliyê Serokkokarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû fesxkirin. Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin; peyman di 1'ê îlona 2021'an de ji meriyetê rabû. Rêxistinên jinan ji roja destpêkê ve gotin ku ew ji dev ji Peymana Stenbolê bernadin û li gele navendan daketin qadan û biryardariya xwe qêriyan. 
 
MERSÎN 
 
Navenda Jinan a Baroya Mersînê, derketina ji Peymana Stenbolê  bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li baroyê hat dayîn û metna daxuyaniyê hatibû amadekirin Seroka Navendê Şîrîn Guner xwend. Guner, diyar kir ku derketine ji peymanê ya ji aliyê serokkomar ve li dijî hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye û ew li dijî derketina ji peymanê ne. Guner, got ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo vekişandina îmzeya derketina ji peymanê bidomînin.  
 
WAN 
 
Komîsyona Mafê Jinan a Wanê, derbarê vekişandina ji peymanê li ber Edliyeya Wanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Em biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê nas nakin" hat vekirin. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar û endamên komîsyonê tevlî daxuyaniyê bûn û Sekretera Komîsyonê Parêzer Şeyma Şen, daxuyaniya hatibû amadekirin xwend. Şen, diyar kir ku vekişandina ji peymanê nenaskirina vîna jinan e. 
 
ENQERE 
 
Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz, li Baroya Enqerê belavokên bi ser navê " Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" belav kirin. Parêzeran bi belavkirina belavokan re li qorîdora edliyeyê peymanê şermezar kirin. Ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Arzû Kûrt jî got ku ew weke parêzerên jin vekişandina ji peymanê weke bêparastin hiştina jinan e. Baroya Enqerê jî li ber edliyeyê vekişandina ji peymanê şermezar kir. 
 
JINAN RÊ GIRT
 
Parastina Jinan jî pankarta "Em jiyanê radiwestînin" li bajar Kolana Tûnali Hilmî ji trafîqê re girtin. 
 
AMED 
 
Li Amedê jî Navenda Jinan a Baroya Amedê çalakiyeke li dar xist û li ber edliyeyê daxuyanî da. Serokê Baroya Amedê Nahît Eeren û rêveberiya baroyê tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
ELIH 
 
Navenda Jinan a Baroya Êlihê, li ber avahiya baroyê daxuyanî da çapameniyê vekişandina ji peymanê şermezar kir. 
 
MÊRDÎN 
 
Komîsyona Jinan a Baroya Mêrdînê jî li dijî vekişandinba ji Peymana Stenbolê çalakiyeke li dar xist. Parêzerên baroyê tevlî çalakiyê bûn. Parêzer Dîlan Koç, diyar kir ku wê dev ji têkoşîna xwe ji bo Peymana Stenbolê bernedin.