HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya

  • jin
  • 15:40 30 Hezîran 2021
  • |
img
ENQERE - Piştî CHP û ÎYÎ Partiyê HDP jî biryara vekişîna ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan da. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya. Piştî CHP, ÎYÎ Partî û HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiyan, di komîsyonê de tenê AKP û MHP man. Wê parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û Semra Guzel ên di Komîsyonê de cih digirtin têkildarî mijarê civîna çapemeniyê li dar bixin.