Bi serpêhatiya xwe dixwaze jinan ji tundiyê biparêze

  • jin
  • 09:23 29 Hezîran 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Vetha Kolanç a li Cizîrê dijî, di temenê xwe yê 20 saliyê de bi zilamekî zewicandî re zewicî û bi salan tundî lê hat kirin. Kolanç ku niha di xebatên jinan de cih digire, diyar kir ku ger ji destê wê bê dê li serê kolanê bisekine û yek bi yek serpêhatiya xwe ji hemû ciwanan re vebêje. 

 
Li cîhan û Tirkiyê rexmî ku zewaca hêwiyê kêm bûye jî berdewam dike. Zewacên wiha ji ber pirsgirêkên zayendî, serdestiya mêr, koçberî, şer, aborî, nebûna perwerdê û paşverûtiyê pêk tên. Ev awayê zewacê ku bi demê re pirsgirêkên mezin bi xwe re tîne, herî zêde bandorê li jinan dike. Di encama vê zewacê de jin bi tundî û zilmeke mezin a mêr re rû bi rû dimînin. Yek ji bajarên bakurê Kurdistanê ku zewaca hewiyê lê zêde ye Şirnex e. 
 
Jina 53 salî Vetha Kolanç a li gundê Genda ya girêdayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijî jî vê zewacê dike. Kolanç, di 20 saliya xwe de bi zilamekê zewicî re dizewice û piştî zewacê tundiyeke mezin lê tê kirin. Ev tundî roj bi roj dijwartir dibe. Rexmî vê tundiyê jî zewaca xwe didomîne û 3 zarokên wê çêdibin. Bi berdewamkirina zewaca wê re zordestiya ku lê tê kirin jî didome. Herî dawî Kolkanç, ji aliyê hevjînê xwe ve ji malê tê avêtin û bi 3 zarokên xwe re bi tenê dimîne. Kolanç ku vê jiyana zor û zehmet ji bo xwe dike tecrûbe, ji bo jinên din êşa ku wê kişandiye nekşînin biryar dide ku tevlî nav xebatên jinan bibe. Kolanç, niha di nav xebatên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de cih digire, tecrûbeyên xwe bi jinan re parve dike.
 
GELEK TUNDÎ LI MIN HAT KIRIN
 
Kolanç, derbarê vê çîroka we de axivî û ev tişt gotin: 
 
"Dema ez zewicîm 20 salî bûm. Dayika min li dijî vê zewacê derket. Lê ez zewicîm. Min nezanî kir. Piştî ku ez pê re zewicîm min nû wî nas kir. Min gelek tengasî kişandin. Ger min zanîbûya ku mirovek wisa ye, ez ê tu carî bi wî re nezewicibûma. Lê ez pir ciwan bûm û bi hestên xwe tevgeriyam. Demekê min nexwest pê re bizewicim lê bi gotina ‘Heger tu bi min re nezewicî ez ê xwe bikujim’ gef li min xwar. Min got qey ji min hez dike. Lê piştî ku ez pê re zewicîm min dît. Her roj pêl serê min dikir û min digot wê mejiyê min di guhên min bavêje. Gelek tundî li min hat kirin.
 
‘ÇI JI DESTÊ MIN BIHATA MIN DIKIR’
 
Piştî ku zarokên min çêbûn, min hêvî dikir ku wê hevjînê min baş bibe. Lê her ku çû tundiya wî zêdetir bû. Min xêr û xweşî nedît. Bi dehan caran ez ji malê derxistim. Lê ji ber zarokên xwe, min tundî û xirabiyên wî paşguh dikirin. Rojekê hat û dîsa ez ji malê derxistim. Zarokên min biçûk bûn û hemû jî di destê min de man. Tiştekî min tune bû. Min bi çêkirina goreyan zarokên xwe xwedî kirin. Çi ji destê min bihata min dikir. Ji ber ku 3 zarokên min ê biçûk hebûn, min gelek zehmetî kişandin.
 
‘JANA ME JINAN YEK E’
 
Piştî vê zewaca kembax min sond xwar ku tiştên hatine serê min û tecrûbeyên xwe bi jinan re parve bikim da ku ew jî nekevin heman rewşê. Ji ber vê min di nav xebatên jinan de cih girt. Îro ez di şexsê keça xwe de ji bo hemû jinan têdikoşim. Ev tişt hat serê min, bila neyê serê jineke din. Jana me jinan hemûyan yek e. Neheqiyek li jinekî bê kirin, li min jî tê kirin. Doza me jinan yek e. Heke firsenda min hebûya ez ê li serê kolanê bisekiniyam û min ê şîret li jinên ciwan bikara û ji wan re bigota ji hişmendiya zilam bawer nekin. Min ê tiştên ku hatine serê min yek bi yek ji wan re vegotiba.
 
'DIVÊ EM ÊŞA HEVDÛ HÎS BIKIN' 
 
Heke qanûnên ku jinan diparêzin hebûna, îro ev tişt nedihatin serê jinan. Divê em li dijî her pêkanînên ku destkeftiyên jinan hedef digirin dengê xwe bilind bikin. Divê em jin hevdû tenê nehêlin. Êşa her jinekê divê em hîs bikin û ligel wê cih bigirin. Ev tişt wê me bihêztir bike û tifaqa me jinan mezintir bike."
 
MA / Zeynep Dûrgût