Komeleya Jinan a Rosa rêveberiya xwe ya nû hilbijart: Em di parastinê de ne

  • jin
  • 16:32 26 Hezîran 2021
  • |
img

AMED - Komeleya Jinan a Rosa ya ku kongreya xwe li dar xist, destnîşan kir ku ew ê li dijî hemû êrîşan têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî bidomînin.

 
Komeleya Jinan a Rosa, bi şîara “Em bi tekoşîna yekgirtî ya jinan a li dijî qirkirina jinê ya ku bîrdoziya mîlîtarîst û zayendparêz pêş dixe re, di parastinê de ne” 1’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dar xist.
 
Di kongreyê de pankartên “Cîhan ji cihê xwe biheje jî, em dev ji Peymana Stenbolê bernadin”, “Denîz Poyraz raperîna me ye” û “Xweparastin dide jiyîn” hatin daliqandin.
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Açar Başaran, Remziye Tosûn, Pero Dundar, nûnerên Meclîsa Mafên Jinan a KESK’ê, Egîtîm Sen, Jinên ÎKK a TMMOB a Amedê, Komîsyona Jinê ya OHD’ê, Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê TÎHV, Şaxa Jimara 2 a DÎSK’ê, TUM- BEL-SEN, Komeleya Şopadina Penaberan a Mezopotamya, MED-DER, Odeya Bijîşkên Amedê, Meclîsa Jinan a Ekolojiyê, Komeleya Jiyana Nû û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî kongrê bûn. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di kongre de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Ji bo serokatiya dîwana kongreyê, Hevşaredara Navçeya Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn a qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin, hat hilbijartin. Dûre peyama endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinê ya Rosa Ayla Akat Ata ya girtî hat xwendin. 
 
TÊKOŞÎNA JINÊN BIRÊXISTINKIRÎ
 
Piştre Seroka  Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, mafê axaftinê girt û wiha got: “Ez Denîz Poyraz a hat qetilkirin bibîr tînim. Ligel hemû êrişan jî emê têkoşîna xwe ya jinan bi dewam bikin.” 
 
'EMÊ SERDESTIYA ZILAM TUNE BIKIN’
 
Parlamentera HDP’ê Ayşa Acar Başaran dûre axivî û bi bîr xist ku desthilatdariya zilam, mîna çar aliyên cîhanê, li Tirkiyeyê jî pergala mîlîtarîs û yekperest ferz dike. Başaran, diyar kir ku ger têkoşîna jinan di nava çar dîwaran de hepis bikin jî, ew ê dîsa dest ji têkoşîna jinan bernedin û ev peyam da: “Jinên tên darizandin, bi parastinên dikin, daraza zilam jî di heman demê de di darizînin. Em ji çar aliyan ve di bin êrişê de ne, lê tişta ku îro derketiye holê, nikarin bi jinan gavê paşve bidin avêtin. Ez ji hemû hevalan re serkeftinê dixwazim. Li ser rêya me zilam û dewleta zilam heye, lê emê wan hemûyan ji holê rakin.” 
 
'EMÊ PAŞVE GAV NE AVÊJIN’
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî, bal kişand seer têkoşîna jinan û wiha got: “Ez hemû jinên têkoşer bi bîr tînim. Îro têkoşîna jinan, di girtîgehan de jî tê bi rêve birin. Em bi binçavkirin, girtin û kuştinê paşve gav navêjin. Komeleya Jinê ya Rosa jî rastî gelek êrişan hat. Lê dîsa têkoşîna xwe dewam kir. Desthilatdarî, hemû polîtîkayên xwe yên êrişkar bi ser jinan bi rêve dibe. Lê jin bi reng, têkoşîn û vîna xwe, rê nade pergala zilam a serdest.”
 
DESTEYA RÊVEBER HAT HILBIJARTIN 
 
Piştî axaftinan, raporên xebat û maliyê yên komeleyê hatin xwendin. Dûre lîsteya hilbijartinê hat pêşkêşkirin. Di hilbijartina hat kirin de, ji bo desteya rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, Ruken Erguneş Ozdemîr, Elîf Tîrenç, Îpek Ûlaş, Berfîn Polat Atûg û Nevîn Girasûn hatin hilbijartin.