Li dadgerê ku ji kurtbûna etek re girtek girt ceza hat birîn

  • jin
  • 13:40 26 Hezîran 2021
  • |
img
STENBOL - Çaremîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, li dadger Mehmet Yoylû ku mudaxaleyî kurtbûna etekê parêzer Tûgçe Çetîn kiribû û girtek girtibû ceza birî. 
 
Di danişîneke ku sala 2019'an li 2'emîn Dadgeha Kar a Stenbolê hatibû dîtin de dadger Mehmet Yoylû, mudaxaleyî kurtbûna etekê parêzer Tûgçe Çetîn kiribû û der barê we de girtek girtibû û xwestibû ku wêneyê etekê wê bê kişandin. Parêzer Çetîn giliya dadger Yoylû kiribû û doz lê dabû vekirin. Di vê dozê de Çaremîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, nêzikbûna dadger Yoylû weke "heqaret" nirxand û ji sûcê "heqaretê" salek û meh û 18 rojan ceza li dadger Yoylû  birî. Daîreyê tevgerên dadger Yoylû yekûn "heqaret" qebûl kir û bi giştî 2 sal û 3 meh û 6 roj ceza li dadger Yoylû birî. 
 
Daîreyê biryar da ku înfaza hikmê niha pêk neyê.