Pakêta Darazê ya 4'an: Dê ne bi kêrî mexdûr, bi kêrî kiryar bê

  • jin
  • 09:00 26 Hezîran 2021
  • |
img

RIHA - Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel, anî ziman ku dê Pakêta Darazê ya 4'an ji mexdûran bêtir bi kêrî kiryaran bê. 

"Pêşniyata Kanûna Derbarê Guherandina Qanûna Muhakemeya Cezayê û Hin Qanûnan de" ku wekî Pakêta Darazê ya 4'an tê zanîn, di 23'yê Hezîranê de hat qebûlkirin. Di pakêtê de xala "sûcên katalogî" heye. Ji bo vê xalê şertê "delîlên berbiçav" hatiye danîn. Ev xal bû cihê nîqaşan. Rêxistinên jinan hişyar kirin ku pakêta darazê ya 4'an dê di warê sûcên destdirêjiyê de girtina sûcdaran ji holê rake. 
 
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel Pakêta Darazê ya 4'an nirxand. 
 
‘DÊ BIBE SEDEMA MEXDÛRBÛNÊ' 
 
Demîrel, destnîşan kir ku îqtidar di demên dawî de qanûnên ku mexdûran hîn bêtir mexdûr dike çêdike. Demîrel, ji bo xala "sûcên katalogî" ya di Pakêta Darazê ya 4'an de jî got: "Jixwe di gelek sûcan de gava darizandineke adil bê kirin delîl tên berhevkirin, lê dê bi vê qanûnê re ji zarok û jinên mexdûr wekî delîl qeyda dengan û dîmenan bixwazin." 
 
‘DÊ BI KÊRÎ KIRYAR BÊ' 
 
Demîrel, anî ziman ku qanûna hatiye çêkirin nexasim dê rêjeya sûcên li hemberî jin û zarokan zêdetir bike û dê kiryar "hêzê" ji bêcezatiyê bigirin. 
 
Demîrel got: "Wêrekkirina kiryaran nayê qebûlkirin. Bi taybetî di dema pandemiyê de gelek qanûnan hatin rawestandin û Peymana Stenbolê hat efsixkirin. Di sûcên li hemberî jinan û zarokan de ji bo parastina mexdûran tiştek nehat kirin. Qanûna niha çêkirine jî nîşan dide ku îqtidara heyî pergala darazê bi tu tiştî nahesibîne." 
 
TÊKOŞÎN
 
Demîrel got: "Em hiqûqnasên jin, em ê li dijî van qanûnan û êrîşên li ser mfên jinan bisekinin. Îqtidar, bi qanûnên bi vî rengî mafên jinan û hiqûqê tune dihesibîne. Em rêxistinên jinan divê hîn bêtir bitêkoşin. Dê têkoşîna me ya li hemberî sûcên li dijî jin û zarokan bidome. Me tu carî dev ji vê têkoşînê berneda û em ê dev jê bernedin jî." 
 
MA / Emrûllah Acar