TJA: Heta tecrîd neyê hilweşandin azadî nayê

  • jin
  • 12:08 15 Sibat 2021
  • |
img
AMED - TJA’yê bi daxuyaniyekê 22’yemîn salevegera komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Heta tecrîd neyê hilweşandin, azadî ji gelan re nayê. Em bang li hemû hêzên xwecihî û navneteweyî dikin Îmralî pergaleke tecrîda mutleq e, divê demildest were rakirin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) 22’yemîn salvegera komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. TJA’yê bi bîr xist ku komplo 22 sal in berdewam dike û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komployeke navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkîyeyê hate kirin. Komploya ku li ser tê meşandin, îro jî berdewam dike. Birêz Ocelan îdeolojîyên hêzên modernîteya emperyalîst û kapîtalîst ku civakan parçe dike, îfşa kirine û paradîgmaya xwe dîyarî erdnîgarîya Rojhilata Navîn kirîye ku qada avakirina pergala çewisandinê ya van hêzan e. Li hember vê dijderketin û paradîgmaya azad û wekhev, hêzên ku bi Tirkîyeyê re hevkarî kirin, bi komployekê Birêz Ocelan bi fîzîkî dîl girtine û ev dîlgirtin kirine zemînê “rewatî”ya bêhuqûqîyên ku îro diqewimin.” 
 
‘HEMÛ NORMÊN HIQÛQÊ HATINE BINPÊKIRIN’
 
TJA’yê da zanîn ku Girtîgeha Îmraliyê 22 sal in weke “Herêma Leşkerî ya Qedexe” hatiye honandin û wiha berdewam kir: “Li Girtîgeha Îmralîyê, hemû normên hiqûqê, peymanên navneteweyî têne binpêkirin û tecrîdeke mitleq tê sepandin. Mafê telefonê, mafê hevdîtinê li gel malbat û parêzerên xwe û mafê xwe gihandina çapemeniyê ji dest hatiye girtin û di hucreyeke yek kesî de hatîye tecrîdkirin. Mafê hevdîtina li gel parêzeran ku bingehîntirîn mafê girtîyan e, bi awayekî fîîlî di 27ê Tîrmeha 2011’an de hatîye rawestandin. Piştî 8 salan cara yekem di 2’yê Gulana 2019’an de di encama grevên birçîbûnê de kariye 4 carên din hevdîtinê bike û paşê hevdîtina li gel parêzeran ji nû ve hatîye hilpesartin. Di sala 2020’an de tenê du caran kirine ku Birêz Ocelan bi telefonê bi malbata xwe re hevdîtinê bike, herî dawî berî niha bi 10 mehan li ser gefa pandemîyê di 27’ê Nîsana 2020’an de jê xeber hatîye wergirtin.”
 
‘CPT CUDAKAR TEVDIGERE’
 
TJA’yê destnîşan kir ku ne CPT’yê ne DMME’yê ne hêzên navneteweyî ji bo ku ev bêhuqûqî ji holê rabe tu mueyîdeyek nesepandine û ev tişt got: “Peywira CPT’yê ya bingehîn pêşîgirtina li îşkence û muameleya dermirovî û rûmetşikandinê ye. Ev muamele hemû 22 sal in li Girava Îmralîyê tên sepandin. Bi awayekî vekirî bêdengmana CPT’yê nîşan dide ku bandora hêzên navneteweyî heye û lî dijî Girava Îmralîyê bi awayekî cudakar tevdigerin. Herî dawî CPT di 11-25’ê Çileya 2021’an de hatiye Tirkiyeyê û bêyî ku serdana Girava Îmralîyê bike vegerîyaye.Ev yek careke din nîşan dide ku ev destwerdan û komploya navneteweyî berdewam dike.”
 
‘DIXWAZIN PÊŞÎ LI JIYANEKE DEMOKRATÎK BIGIRIN’
 
TJA’yê anî ziman ku bi komployê hewl tê dayîn ku ramanên Ocalan negihîjin gelan û wiha got: “Dixwazin ku pêşî li jîyaneke demokratîk û azad bigirin. Tekane hinceta ku nahêlin bi awayekî fîzîkî temas çêbe, ev yek e. Pêkhatina paradîgmaya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaz ji bo jinan ku Birêz Ocelan derxistîye meydanê, hîna jî mezintirîn tirsa serdestan e. Lê belê tevî ku bi fîzîkî hatibe dîlgirtin jî, her weku di Şoreşa Jinan a li Rojava de û erdnîgarîya Rojhilata Navîn di serî de li gelek deverên dinyayê hewl tê dayîn ku li derdora vê paradîgmayê jîyan bêne avakirin. Birêz Ocelan bi îdeolojîya xwe bûye hêvîya jîyaneke azad ji bo jin, ciwan, bawerî û nasnameyên cuda. Îro bawerî û daxwaza girtîyan ku bi grevên birçîbûnê hewl didin vê tecrîda mitleq hilweşînin, nîşaneya vê hêvîyê ye. Tevî hemû bêhiqûqî û binpêkirinên mafan, ev hêvî û ew soza jîyaneke azad ku Birêz Ocelan bi ramanên xwe li ba mîlyonan mirovan afirandîye, îro di hebûna hezaran girtîyan de ku li dijî tecrîdê li ber xwe didin, ji nû ve xwe nîşan dide.”
 
‘HETA TECRÎD NEYÊ HIŞWEŞANDIN EDALET NAYÊ’
 
TJA’yê bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha lê zêde kir: “Em bi vê hişmendîyê xwedî li hemû daxwazên girtîyan derdikevin ku grevên birçîbûnê didomînin û em dubare dikin ku heta tecrîd neyê hilweşandin, azadî ji gelan re nayê. Tecrîda Îmralîyê wek bêhiqûqî û binpêkirina mafên mirovan dikin zemînekî rewa ji bo hemû bêhuqûqîyan ku tên sepandin. Heta ku ev tecrîd neyê hilweşandin, em nikarin behsa demokrasî û edaletê bikin. Em nikarin behsa çareserîya meseleya kurd bikin.”
 
‘JI BO BIRÊZ OCALAN AZADÎ’
 
TJA’yê ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin bang li hêzên xwecihî û navnetewî kir û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Bangewazîya me li hemû hêzên xwecihî û navneteweyî ye; Îmralî pergaleke tecrîda mutleq e û demildest divê were rakirin. Di 22 salîya wê de em careke din vê komploya ku di şexsê Birêz Ocelan de li hemû gelan tê ferzkirin şermezar dikin. Em dibêjin azadî ji bo Birêz Ocelan û hemû girtîyên sîyasî!”