Piştî 11 salan bersûcên Çetîn hatin cezakirin

  • jin
  • 12:17 13 Sibat 2021
  • |
img
COLEMÊRG - Di doza Sariye Çetîn a berî 11 salan li Colemêrgê li dijî zewaca bi zorê derket û carek din agahî jê nehat girtin de, cezayê muebeta giran li bavê wê û 6 kesên bersûc hat birîn.
 
Li taxa Baglar a Colemêrgê, zilamê 62 salî Abdullah Çetîn di sala 2009’an xwest keça xwe Sariye Çetîn bi zorê bi xizmekê xwe re bide zewicandin. Sariye Çetîn a li dijî vê yekê derdikeve, şevek berî dawetê, di şeva hinê de ji malê direve. Malbat, piştî demekê li Geverê keça xwe di mala xizmekê xwe de dibîne û bi zorê dibe malê. Lê piştî demek kurt Sariye ji holê winda dibe. Endamên malbatê serî li polîsan didin û dibêjin keça wan winda bûye. Piştî lêpirsîna hat kirin jî, Sariye nehat dîtin.
 
IXBARA ‘MALBATÊ KUŞT’
 
Di vê navberê de, kesekê bê nav li Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê diger û dibêje, malbatê Sariye kuştiye û cenazeyê wê jî avêtine Çemê Suluk a taxa Merzanê. Di lêgerîna hat kirin de cenazeyê Sariya di Çemê Suluk de nehat dîtin.
 
EWIL BERAET, DÛRE DARIZANDIN
 
Piştî ku salek bi ser mirina Sariye re derbas dibe, bavê wê Abdullah Çetîn, apê wê C.Ç (39), kur apên wê M.Ç (30), F.Ç. (40), Î.Ç. (41), Î.Ç. (46) û R.Ç. (45) tên binçavkirin û dûre tên girtin. Her 7 kes di Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Colemêrgê de tên darizandin û beraet kirin. Bi vî awayî bersûc piştî 9 mehan tên berdan.
 
Dadgeha Bilind, ji ber îfadeyên bi nakok, îfadeyên şahidê nepen û hevdîtinên telefonê yên bersûcan ku di şeva Sariye windabûyî de kirine, biryara dadgeha herêmê betal kir. Di biryara dadgeha bilind de, bi sûcdariya “bi rê û rêbazên kevneşopiya civakî mirov kuştin” cezayê muebeta giran ji bo bersûcan hat xwestin.
 
MUEBETA GIRAN
 
Piştî ku dosye ji bo dadgeha herêmî hat şandin, di meha Adarê ya sala 2020’an de, ji nû ve dest bi darizandina 7 kesan hat kirin. Di rojên derbasbûyî de, di doza darizandina 7 bersûcan de biryar hat dayîn. Dadgehê bi sûcdariya “bi rê û rêbazên kevneşopiya civakî mirov kuştin” cezayê muebata giran li bersûcan birî.