Wê jin di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin

  • jin
  • 13:06 10 Sibat 2021
  • |
img
STENBOL – Li Stenbolê jinan ragihand ku wê di çarçoveya çalakî û bernameyên 8’ê Adarê de dê di 5’ê adarê de li navçeya Kadikoyê bin. 
 
Bernameyên jinên ku amadekarî dikin ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê derkevin qadan, êdî zelal dibin. Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê, ragihand ku wê îsal di 5’ê adarê de li Qada Îskeleyê ya Kabşikoy Beşîktaşê bên gel hev û 8’ê Adarê pîroz bikin. Platformê bernameya xwe li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kirin û destnîşan kir ku li dijî xizaniya ku bi pandemiyê re zêde bûye, tundiya zilam-dewletê derkevin û terka kolanan nekin. 
 
Her wiha civînên platformê yên ji bo çalakî û bernameyên 8’ê Adarê didomin.