3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê wernagerîne

  • jin
  • 10:11 9 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL – Endama EŞÎK’ê Fatma Aytaç, diyar kir ku 3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê ku bal dikişîne ser kêmasî û astengiyên  têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan wernagerîne û ev tişt got: “Wergerandina raporê tê wateya pêkanîna Peymana Stenbolê.”

 
Komîteya Venêrîn û Şopandina Peymana Stenbolê GREVÎO (Koma Çalakiyê ya Pisporan a Dijî Tundiya Navmalê û Tundiya Ser Jinan”, rapora xwe ya nirxandina Tirkiyeyê di 15’ê cotmeha 2018’an de weşand. Armanca raporê ew e ku ji aliyê hikûmetê ve bê wergerandin û destpêkê pêşkêşî partiyên muxalefetê û piştre jî pêşkêşî rêxistinên sivîl û jinan bê kirin û bi awayekî hevpar pêşî li tundiya li ser jinan bê girtin. Lê hikûmet raporê wernegerandiye û têkildarî wê tu agahdarî jî nake. 3 sal in rêxistinên jinan ji bo wergerandinê bang û zextê li hikûmetê dikin.
 
DAXWAZÊN RAPORA GREVÎOYÊ
 
Di rapora GREVÎO’yê de ji bo pêşîligirtina tundiyê ev daxwaz tên kirin:
 
* Di mijara tundiya dijî jinan de valahiya mudaxaleyên rêxistinî bên derbaskirin,
 
* Zewicandina bi zorê di qanûna cezayê de weke sûc bê qebûlkirin û bê garantîkirin ku jin bi kesên tacîz û tecawizî wan kirine re neyên zewicandin,
 
* Şopandina biisrar û nîşandinên vê yên di qada dijital de weke sûc bê qebûlkirin, 
 
* Ji bo çênebûna mexdûriyetê bi bergiriyên bibandor tundî bê lêpirsînkirin û cezakirin,
 
* Peywirdarên dewletê yên peywira xwe bi cih naynin, tundiyê dikin, tundiyê paşguh dikin û mexdûran sûcdar dikin berpirsyar bên girtin,
 
* Di mijara tundiya derûnî de perwerdekirina hêzên ewlehiyê û karmendên darazê bê zêdekirin.
 
MEKANÎZMEYA ŞOPANDINÊ
 
Endama Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Fatma Aytaç, derbarê wernegerandina rapora GREVÎO’yê de axivî û diyar kir ku GREVÎO bicihanîna berpirsyariyên Peymana Stenbolê armanc dike û wernegerandina wê bi van gotinan vegot: “Wergerandina wê fermî jî yek berpirsyariyên Peymana Stenbolê ye. Heke raporê bê wegerandin dê pirsgirêk meclise bên nirxandin û ji bo bergirtinan dê saziyên têkildar bên wezîfedarkirin. Bi wernegerandina wê hikûmet ji berpirsyariya direve. Lê wê ev helwest hikûmetê rizgar neke. Ji ber vê divê hikûmet wergera fermî bike û saziyên têkildarî bike nav liv û tevgerê.”
 
TENÊ WEZARETEKÊ RAPORÊ NIRXANDIYE 
 
Di berdewamê de Aytaç, destnîşan kir ku ji bo wergerandina raporê name ji meclisê re şandine û got ku heta niha teê Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê ji Konseya Ewropayê re ragihandiye ku raporê lêkolîn kiriye û dê pêwistiyên wê bi cih bîne.  
 
MA / Semra Tûran