Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê: Em ê qet serê xwe netewînin

  • jin
  • 16:54 8 Sibat 2021
  • |
img
AMED - Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Amedê diyar kir ku xwedekarên Zanîngeha Bogazîçiyê sekneke bi rûmet nîşan didin û got: “Em dest ji têkoşînê bernadin û em ê qet serê xwe netewînin." 
 
Meclîsa Jinan a Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê, derbarê şermezarkirina “rektorê qeyûm” a xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê de li Şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê Jimara 1'an daxuyanî da çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Li jêr hûn, li jor keskesor heye, em li jêr nanêrin” vekirin. Di daxuyaniyê de Sekretera Jinan a Şaxa SES’ê ya Amedê Rozerîn Çatak axivî û diyar kir ku kesên ne tayînkirin, hilbijartina rektor dixwazin sekneke bi rûmet nîşan didin.
 
BI ÎŞKENCEYÊ BINÇAV KIRIN
 
Çatak bal kişand ser mudaxileya hişk a polîsan li xwendekaran kir û got gelek xwendekar bi îşkenceyê hatin binçavkirin.
 
RÊVEBERIYA BI DESTÊ QEYÛM
 
Çatak da zanîn ku zanîngeh ji avakirinê heta niha cihên ramanên azad, zanist û dêrgûşa demokrasiyê ne û wiha got: “Di pêvajoya desthilata AKP-MHP’ê de hundirê hemû saziyên fermî hat valakirin û saziyên sivîl ên civakî di bin zextên desthilatê de li ber xwe didin. Welat bi qeyûmên desthilatê tayînkirine ve tê birêvebirin.”
 
Çatak destnîşan kir ku weke jin bang li desthilatdariyê dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo hemû kesên bindest, hemû gelên tune tên dihesibandin, komên baweriyan, karkeran, penaberan, astengdaran, LGBTÎ+’yan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û mirovên zanîst ku bi hevre bijîn, ji bo civakeke demokratik, azad û wekhev em ê têbikoşin û em ê qet serê xwe netewînin."