Di meha çile de 23 jin hatine qetilkirin

  • jin
  • 15:51 3 Sibat 2021
  • |
img
NAVENDAN NÛÇEYAN – Li gorî rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin a meha çileye 23 jin hatine qetilkirin û 14 jin jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) derbarê qetliamên jinan de rapora meha çileya 2021’an amade kir û bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha çile de 23 jin hatine qetilkirin û 14 jin jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de tê gotin nehatiye tespîtkirin ku ji van 23 jinan 16 jin çima hatine qetilkirin, 2 jin bi sedemên aborî, 5 jin ji ber xwestine ew û hevjînên xwe dev ji hev berdin, lihevkirinê red kirine, têkiliyê red kirine hatine kuştin. 
 
HERÎ ZÊDE JIN LI MALAN HATINE KUŞTIN 
 
Ji van 27 jinên hatine kuştin 7 ji wan ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin, 6 ji wan ji aliyê zilamên bi wan re bûne, 2 jê ji aliyê hevalên wan zilam ên berê, 2 jê ji aliyê xizmên xwe, yek jê ji aliyê hevjînê xwe berê ve, yek jê ji aliyê bavê xwe ve, yek jê ji aliyê kurê xwe ve hatine kuştin. Di dewama raporê de hat diyarkirin ku ji van jinên kuştî 16 jin li malê hatine kuştin, 2 jin li kuçeyan, yek jê di wesayîtê de, yek jê li nava erd, yek jê li cihek xalî, yek jê li otele hatine kuştin û ji sedî 70’ê van jinan li malan hatine kuştin. Di raporê de hat gotin 12 jin bi sîlehê, 6 jê bi amûrên birînê, 4 jê bi xeniqandinê û jinek jî nehatiye tespîtkirin ku çawa hatiye kuştin. 
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZAKIRINÊ 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku qetliamên jinan bi polîtîkaya bêcezakirinê re rûbirû maye û heta ku kujer ango qatil neyên cezakirin dê ev tundî û kuştin berdewam bikin.