Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li qadan bin
Ji bo parastina jiyanê dê serhildanê mezin bikin

  • jin
  • 11:36 3 Sibat 2021
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî kampanya ku di 8'ê Sibatê de starta wê bidin de nirxandin kir û anî ziman ku dê bi hemû rengê jinê li qadan bin. Başaran wiha got: "Em jiyana xwe û pêşeroja xwe diparêzin. Em ê li dijî bê edaletiyê serhildana xwe mezin bikin."   

  
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 8'ê Sibatê de kampanya bi navê “adalet” bidin destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de Meclîsa Jinan a HDP'ê jî bi awayekî xweser kampanyayê mezin dikin. Jin dê di çarçoveya kampanyayê de serhildanê mezin bikin û li hemû qadan têbikoşin. Dê di çarçoveya kampanyayê de rojeva Meclîsa Jinan a HDP'ê “Xizaniya jinê, komkujiyên Jinan, tacîz, tecawiz, bê edaletiya di nava civakê de û êrîşên li dijî destkeftiyên jnan" be. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî kampanya ku di 8'ê Sibatê de starta wê bidin de nirxandin kir û anî ziman ku dê bi hemû rengê jinê li qadan bin. Başaran wiha got: "Em jiyana xwe û pêşeroja xwe diparêzin. Em ê li dijî bê edaletiyê serhildana xwe mezin bikin."  
 
Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku ji roja AKP hatiye îqtîdarê heta niha piştgiriyê nade azadiya jinê û wiha got: "AKP li dijî vê yekê têkoşîna azadiya jinê asteng dike. Herî şênber jî pêşniyarnameyên em der barê jinan de didin meclîsê tên redkirin. Dema em dibêjin, 'Bila meclîs li dijî tundiya li ser jinê erka xwe pêk bîne' bi agahiyên manipulatif îdea dikin ku tundî kêm bûye û rojevê berovajî dikin. Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê di vê mijarê de xwe wekî muhatab nabîne. Tundiya li dijî jinê hatiye asta komkujiyê. Di vê pêvajoya ku tundî zêde bûye de hişê 'Tundiya li dijî jinê kêm bûye' ava dikin. Lê heqîqeta rast rojê 4 jin bi hovîtî tên kuştin. Ev di encama rewakirina polîtîkayên îqtîdarê de pêş dikevin. Di encama daxistina ‘Halê baş' û bi zagonên înfazê sûcdaran serbest berdidin."  
 
AKP DIXWAZE 'JINA KOLE' PÊŞ BIXE  
 
Ayşe Acar Başaran, destnîşan kir ku îqtîdara AKP'ê dixwaze “Jina makul, makbul' ava bike û berdewam kir: "AKP dixwaze jin îtîraz neke, lêpirsîn neke û di nava malê de ji bo mafê azadiya aborî tênekaşe. Dixwaze 'Jina kole' pêş bixe. Hemû îqtîdarên Dewleta Netewe li dijî jinê bi heman ferasetê tev digerin Dixwazin jin wekî koleyan bijîn. Dixwazin di nava malbatê ku wekî dewleta biçkûke de jin serî bitewîne tu carî îtiraz neke, tênekoşe û mafê xwe neparezê. Niha îqtidar bi projeya Zanîngehên Jinan dixwaze rola “Jinantî" û “Zayendî" bêtir qehîmbike.  Girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan mînaka vê yekê ye. 
 
'AYŞE GOKKAN DARIZAND' 
 
Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser girtina Berdevka Tevgera Jinen Azad (TJA) Ayşe Gokkan û wiha axivî: "Ayşe Gokkan bi salan e di nava têkoşîna mafê jinan de cih digire. Ji ber ji hêza jinan a civakê azad bikin ditirsin êrîşî jinan dikin. Kurd bi rastî jî têkoşîna azadiyê pêş dixin. Ya pêşengiya vê tekoşîna azadiya Kurdan dike jî, jinên Kurd in. Jinên Kurd li aliyekî ji bo nasnameya jinên Kurd têdikoşe, li aliyê din ji bo mafê jinê têkoşin. Ayşe Gokkan yek ji van kesan e. Li dijî polîtîkayên şer, tacîz, tecawiz û tundtiya ku îqtîdar li Kurdistanê dimeşîne derket. Me carek din dît ku Gokkan nehat darizandin. Gokkan yên hemberî xwe radizand. Ayşe Gokkan nîşan da ku têkoşîna jinan nayê darizandin. Bi darê darazê nayê perçekirin û serî natewînin. Ayşe Gokkan ev yek nîşan da." 
 
'MÊR DIZANE KU DEMA SÛC BIKE NAYÊ CEZAKIRIN' 
 
Başaran, anî ziman ku siyaseta şer encama “mêrê sor dike' ye û wiha lê zêde kir: “Li cihekî ku hûn dixwazin militarizmêpêş bixin divê hûn berê zayendiyê pêş bixin. Em dizanin ku dema mêrek tundiyê li jinê bike û bi rastî bê darizandin û cezakirin dê carek din vê tundiyê neke. Lê mêr dizane ku dema sûc dike, îqtîdar ji bo wî biparêze her rêbazê pêş dixe. Li Tirkiyeyê li dijî nasnameya jinê êrîşek heye. Em dibînin ku jinên AKP’î û MHP’î jî dibin perçeyekî vê tundiyê. Di sala 2020'an de di nava jinên hatin kuştin de jinên AKP’î jî hebûn. Her çend nasnameyên me yên bîrdozî cuda bin jî em neçar in di bin baneyê nasnameya jinê de kom bibin. Divê em di bin nasnameya jinê de kom bibin û xwe bi rêxistin bikin. Heta ku em xwe bi rêxistin nekin û em perçe bin tundî û kuştina li dijî jinan dê bidome." 
 
'JIN DÊ BI RENGÊ XWE LI QADAN BIN' 
 
Başaran herî dawî bal kişand ser kampanya HDP'ê ya 8'ê Sibatê û kampanya xweser a jinan û wiha bi dawî kir: "HDP di 8'ê Sibatê de starka kampanya “adalet” dide destpêkirin. Jin jî di vê kampanyayê de dê bi rengê xwe yê xweser kampanyayê pêş bixin. Dê bi reng, gotin û xwesiriya xwe li qadan têbikoşin. Li vî welatî pirsgirêka herî mezin nebûna “adaletê” ye. Em ê bi çalakî û xebatên cuda bi jinan re bên cem hev û nerazibûna xwe bînin ziman. Em ê li qadan bi reng û ruyê xwe têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê li qadan jiyana xwe, pêşeroja xwe biparêzin. Em ê li dijî bê edaletiyê serhildana xwe mezin bikin." 
 
MA/ Berîvan Altan