Jinên ku tevli atolyeyên xweparastinê bûn: Em xwe bihêztir û ewletir hîs dikin

  • jin
  • 09:01 3 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Jinên ku tevli atolyeyên xweparastinê yên Piştevaniya Morê bûne, destnîşan kirin ku jin xwe bihêztir hîs dikin di aatolyeyan de. 

Li Tirkiyeyê li dijî zêdebûna tahde û kuştina jinan, mekanîzmaya xweparastinê jî dorfireh dibe. Piştevaniya Morê jî di vî warî de atolyeyên xweparastinê li dar xistin. Piştevaniyê atolyeyên xweparastinê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî li dar xistin. 
 
Perwerdekara atolyeyê Yeşîm Guzel û beşdarvan Ayşegul Goçmen û Ezgî Gurer derbarê xweparastinê de axivîn. 
 
'XWEPARASTIN LIBERRABÛNEK E' 
  
Perwerdekar Yeşîm Guzel, destnîşan kir ku xweparastin liberrabûneke li dijî hemû tahdeyan. Guzel, diyar kir ku tahdeya li jinê tê kirin her diçe vediguhereke awayekî sîstematîk û got: "Gelek tiştên ne bi dilê me li me tên ferzkirin. Gava em dibêjin 'na', tahde li me tê kirin û em tên kuştin." Guzel, anî ziman ku lewma xweparastin bivê nevê ye û divê bê xurtkirin. 
 
Guzel, diyar kir ku bi zimanên cuda gelek atolyeyên xweparastinê lidarxistine û hewl dana ku serwextbûyîna di vî warî de xurt bikin. Guzel, anî ziman ku atolyeyên wan bi kêr tên û got: "Em diyar dikin ku jin ne bi tenê ne, li dijî hemû tahde, taciz û tecawizê em jin li cem hevdu ne û piştevaniya hev dikin. Avakirina pêeşrojê, bi veguherandina niha pêkan e. Lewma pir girîng e ku jin bi tirs û xof bi awayekî azad tevbigere." 
 
XWEPARASTIN JI BO JIYANÊ 
 
Guzel, bilêv kir ku xweparastin ji zû de ye di rojeva jinan de ye û wê di pêşerojê de bibe rojeva sereke. Guzel, bibîr xist ku li Tirkiyeyê jin bi tahdeyê û bi şewitandinê tên kuştin û got: "Lê kriyar bi rihetî tên berdan û bi def û zirneyan tên pêşwazîkirin. Jinên xwe diparêzin tên cezakirin. Lê xweparastin heqek e ji bo jiyanê." 
 
LIBERRABÛNA LI DIJÎ TAHDEYÊ HÎN BÛM 
 
Beşdarvana atolyeya xweparastinê Ezgî Gurer, anî ziman ku ji bo zanibe bê ka xweparastin çi ye tevli atolyeyan bûye û got: "Gelek caran tahdeya fizîkî, derûnî û devkî li min hat kirin. Lê belê tişta min kir, tenê min xwe ji mirovan dûr xist. Di van atolyeyan de jî hîn bûm ku divê mirov li ber hemû tahdeyan rabe. Her wiha hîn bûm ku xweparastin tenê ne li berrabûneke fizîkî ye, di heman demê de hîn bûm ku xwepêşxistina di warê hişmendî de ye jî." 
 
DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN 
 
Gurer, diyar kir ku her awatolye tiştekî lê zêde dike û got: "Min fêm kir ku çi dibe bila bibe divê em dengê xwe bilind bikin. Divê em bi hev re bitêkoşin. Ê sûcdar ne em in, ên tahdeyê dikin, ên taciz û tecawizê dikin sûcdar in." 
 
EM NE BI TENÊ NE 
 
Beşdarvan Ayşegul Goçmen jî destnîşan kir ku li vî welatî xweparastin ji bo her jinê pêdiviyeke pir girîng e. Goçmen, anî ziman ku li welatekî ku dewlet jinan naparêze û wan bi tiştekî nahesibîne, jin ji bêgavî xwe diparêzin û di atoleyayn de hem mafên jinan hîn bûye hem jî hîn bûye ku ne bi tenê ne. 
 
XWE BIHÊZTIR HÎS DIKE 
 
Goçmen, anî ziman ku di atolyeyan de derbarê xweparastinê de perwerdehiya hiqûqî, civakî û fizîkî girtine û got: "Bi saya xweparastinê xwe bihêztir û ewletir hîs dikim." 
 
MA / Semra Tûran