Li Dîlokî jinek hat kuştin

  • jin
  • 15:48 29 Çile 2021
  • |
img
DÎLOK - Ferîde Yilmaz a ku ji ber tundiya hevjînê xwe revî û çûbû li mala bavê xwe, bi awayekî biguman kuştî hat dîtin.
 
Li Dîlokê, Ferîde Yilmaz a 26 salî ku ji ber tundiya hevjînê xwe revî û çûbû li mala bavê xwe H. Yilmaz bicih bibû, bi awayekî biguman kuştî hat dîtin. Yilmaz a li navçeya Şehîtkamîl di saetên şevê de bi awayekî gule li serê wê ketî hat dîtin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Abdulkadîr Yukselê. Yilmaz, li gel hemû mudaxaleyan jî nehat xelaskirin. Têkildarî kuştina Yilmaz ji malbatê 4 kes hatin binçavkirin. Ji gumanbarên sewqî dadgehê hatin kirin bav H. Yilmaz bi gumana Ferîde Yilmaz kuştiyê, hat girtin û her sê kesên din jî hatin berdan.