Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike

  • jin
  • 13:44 29 Çile 2021
  • |
img
HATAY - Platforma Jinan a Îskenderûnê, bertek nîşanî serbest berdana mamoseyê navenda etûdê yê du caran tacîzî xwendekara xwe kiribû da û got: “Biryara berdana şertê kontrola edlî, nîşan dide ku wê bersûc neyê ceza kirin.” 
 
Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê, li navendeke etûdê ya bi awayekê qaçax dihat xebitandin de, mamoseyekê tacîzî xwendekara xwe ya zarok kiribû. Bertekên li dijî vê bûyerê dewam dike. Platforma Jinan a Îskenderûnê, derbarê tacîza mamoseyê navenda etûdê de daxuyanî da çapemeniyê û bertek nîşan da. 
 
Berdevka Demî ya Platforma Jinan a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di 26’ê Çileyê de, li ser hesabên medya civakê yên cuda derketibû holê ku li Îskencerûnê, mamosteyekê tacîzî xwendekara xwe ya 12 salî kiriye. Îstîsmarkarên bi qanûna înfazê derketin, di nava civakê de hîna jî bi awayekê bê kontrol tevdigerin. Ev jî hêzê dide îstîsmarkarên nû. Îro jî hîndekar-mamosteyek pir rehet tacîzî xwendekara xwe dike. Ev bi tu awayî nayê qebûl kirin. Ev mamoste bû cara duyemîn ku tevlî bûyera tacîzê dibe. Lê ev kes bi biryara berdana şertê kontrola edlî tê berdan.” 
 
Sert, daxwaz kir ku “Wezîrtiya Zarokan” bê avakirin û wiha  got: “Ji bo ku pêşiya van bûyerên wiha bên girtin, divê tacîzkar û îstîsmarkar bên cezakirin. Ji bo ku ev yek pêş bikeve em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Emê heya dawiyê şopdarê vê bûyara îstîsmarê bin.”