Melek Îpek ji kesên piştgirî danê re peyam şand

  • jin
  • 13:07 11 Çile 2021
  • |
img
ANTALYA – Melek Îpek a ku bi parastina rewa hevjînê xwe Ramazan Îpek ê îşkence lê kiribû kuştibû, ji girtîgeha kul ê girtî ye peyam şand û spasiya kesên ku piştgiriya wê kiribûn kir. 
 
Li navçeya Doşemealtiyê ya Antalyayê, jina bi navê Melek Îpek, bi parastina rewa hevjînê xwe Ramazan Îpek ê îşkence lê kiribû kuştibû. Îpek ji ber vê kuştinê di 9’ê çileyê de derketibû dadgehê û bi awayekî birîndar hatibû girtin. Parêzerê Îpek Ahmet Onaran, li girtîgehê serdana muwekîla xwe kir û pirsgirêkên wê tenduristiyê ji rêveberiya girtîgehê re ragihand. 
 
Parêzer Onaran, li ser hesabê xwe medya civakî têkildarî serdana xwe ya Îpek parvekirinek kir û têkildarî serdanê ev agahî dan: “Gelek bêriya keçên xwe kiriye û ji ber piştgirî, hestiyarî û diayên we spasiya we dike.  Got ku wê edalet cihê xwe bibîne û rojek zûtir xwe bigihîne zarokên xwe. Dema min li rewşa wê girtîgehê pirsî ev bersiv da min: “Qe nebe li vir lêdan tuneye.”
 
Parêzer Onaran, destnîşan kir ku pêvajoya hiqûqî dişopînin û dê girtina Îpek îttîraz bikin.