Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin

  • jin
  • 14:19 6 Çile 2021
  • |
img
AMED – Berdevka Demê ya Meclisa Jinê ya KESK’ê ya Amedê Ezgî Çelîk, bertek nîşanî polîtîkayên dijminane yên desthilatê yên li hemberî jinan da û got ku ji bo li dijî komkujî ûn zextan jiyanê biparêzin dê li qadan bin. 
 
Meclisa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê, li dijî zextên li ser jinên kedkarên cemaweriyê li parqa Xezal a li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarata “Wê jinên KESK’î serî netewînin” hat vekirin. Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji aliyê Berdevka Demê ya Meclisa Jinê ya KESK’ê ya Amedê Ezgî Çelîk hat xwendin. 
 
‘HEWL TÊ DAYÎN JIN BÊN TIRSANDIN’
 
Ezgî Çelîk, diyar kir ku desthilat bi hemû hêza êriş dibe ser jinan û wiha got: “Zext, binçavkirin, ji kar derxistin û girtin li her dera Tirkiyeyê zêde bûne lê li herêmê derketine asta herî jor. Herî dawî jî hevala me ya Sekretera Habersenê bi awayekî kêfî ji kar derxistin. Di heman demê de ji bo mulakata devkî bangî jinên xebatkarên şaredariyan ku 11 sal in dixebitin kirine. Bi van pêkanînan hewl tê dayîn ku jinên ku têkoşîna xwe bilind kirine bên tirsandin.”
 
Di dawiya axaftina xwe de Çelîk, destnîşan kir ku tundiya li hemberî jinan polîtîk e, tu carî natirsin, ji desthilatê re serê daneynin û dê li mal, kar, kuçe, girtîgeh, dibistan û li her derê dê têkoşîna xwe mezin bikin.