Banga kampanyaya 'Seferberiya Morê'

  • jin
  • 09:23 5 Çile 2021
  • |
img
AMED - Endama Koordînasyona Jina Ciwan a HDP'ê Kezban Kûday, anî ziman ku bi kampanyaya "Seferberiya Morê" armanca wan, jiholêrakirina rolên zayendî yên civakiyî ye û bang li jinên ciwan kir ku di bin banê kampanyayê de xwe birêxistin bikin. 
 
Êrîşên li ser destkeftiyên jinan her roj zêde dibin. Lê belê li hemberî van êrîşan jin jî ji bo têkoşîneke rêxistinbûyî bi hev re tev digerin û li ber xwe didin. Yek ji têkoşîna li dijî tahde û şidetê jî Koordînasyona Jina Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye. Koordînasyonê, di 8'ê Kanûnê de kampanyaya "Seferberiya Morê" dabû destpêkirin. Kampanya dê heya 8'ê Adarê dewam bike. Endama Koordînasyonê ya Amedê Kezban Kûday, behsa nexşerêya kampanyayê kir. 
 
PÊNGAVA 'SERÎHILDANÊ' 
 
Kûday, diyar kir ku armanca kampanyaya "Seferberiya Morê" ew e ku sedsala 21'ê bibibe sedsala şoreşa jinê û li dijî polîtîkayên dejenerekirin û qirkirina jinê pêdivî bi kampanyayeke wiha hebû. Kûday, destnîşan kir ku li dijî pergala ku jinê dike meta, seferberiya morê li xwe girêdane û got: "Li dijî helwesta îqtidarê ya ku taciz û kuştina jinan rewa dike, me seferberiya morê wekî hemleyeke serhildanê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya xwe de, hin tişt hene ku em dixwazin wan bişikînin. Em di atolyeyan de behsa xweparastinê, awayên şidetê yên jin bi wan re rû bi rû dimînin, dîroka jinê û şoreşa jinê dikin. Em atolyeyên xwe rû bi rû û onlayn dikin. Dû re wê xebatên me yên derbarê zayendîparêziya civakiyê çêbibin. Li dijî hepskirina malê ya jinan û tehekumiya îqtidara mêrî, em ji jinên ciwan re behsa rolên zayendî dikin û dixwazin vê yekê ji holê rabikin." 
 
MIHRÎCANA HELBEST Û ÇÎROKÊ 
 
Kûday, da zanîn ku dê çalakiyên wan heya 8'ê Adarê bidomin, di 7'ê Çileyê de siyasetmedara jin Sakîne Cansiz ku li Parîsê hat kuştin li ser gora wê bibîr bînin û di meha Sibatê de jî wê konferansa jina ciwan, piştî konferansê jî mihrîcana helbest û çîrokê li dar bixin. Kûday, destnîşan kir ku jî dê encamnameya kampanyayayê jî di meha Nîsanê de aşkere bikin û got: "Zext û zorî çi dibin bila bibin, lê êdî dem dema serîhildana jinan e." 
 
Kûday herî dawî bang li jinên ciwan kir ku di bin banê kampanyayê de xwe birêxistin bikin. 
 
MA / Eylem Akdag