Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma

  • jin
  • 09:02 3 Çile 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Di ser qetilkirina 3 siyasetmender jin ên kurd re 5 sal derbas bûn. Dayikên her sê jinên siyasetmedar bi minasebeta qetilkirina salvegera 5'emîn re axivîn û destnîşan kirin ku heta kujerên zarokên wan hesab bidin dê têkoşîna xwe bidomînin.

 
Di dîrokê de li hemberî jinan gelek komkujî pêk hatine û bi hezaran jin di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane. Di 40 sal in dawîn ên têkoşîna azadiya kurdan de, ev hewldan gelek caran li hemberî jinên kurd jî pek hatine û bi awayekî hovane jinên kurd hatine qetilkirin. Di gelek pêvajoyan de bi taybetî jinên kurd ên berxweder rast e rast hedef hatine nîşandan. Herî dawî jî li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku yek ji qadên berxwedanê bû, 3 jinên kurd hatin înfazkirin.
 
Li Silopiyayê qedexeya derketina derve di 14'ê kanûna 2015'an de hat destpêkirin û navçe hat dorpêçkirin. Li gel êrişên dijwar û dorbêçê jî gelê navçeyê taxên xwe bernedan û heya dawiyê li ber xwe dan. Di nav van kesên ku li ber xwe dan de 3 jinên siyasetmedar ên têkoşer jî hebûn; Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel Pakîze Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar.
 
Di 4’ê Çileya 2016’an de di pevajoya ku qedexe û dorpêça li ser navçeya didomiya de polis û leşkerên ku tevlî operasyonên li navçeyê bûbûn, her sê jinên siyasetmeder Ûyar, Nayir û Demîr kirin hedef û wan qetil kirin. Bi munasebata 5’emîn salvegera qetilkirina wan me xwe gihand dayikên Ûyar, Nayir û Demîr û têkildarî tekoşîna zaroken wan bi wan re axivîn.
 
'SÊVÊ PÊŞENGA AZADIYA JINÊ BÛ'
 
Siyasetmedar jin Sêvê Demîr ku di her kêliyên jiyanê xwe de ji bo azadiyê jinê xebat dikir, di sala 1974'an de li gundê Şûtê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû. Malbata Demîr, di sala 1995'an de koçberî navçeya Salîhlî ya Manîsayê dibin. Lê rexmî hemû şert û mercên giran jî Sêvê Demîr di nav xebatên jinan de bi awayekî çalak cihê digire û tu caran terka şopa heqîqetê nakin.
 
Dayika Demîr Sûltan Demîr, qala têkoşîna keça xwe kir û ev tişt anî ziman: “Sêvê bi têkoşîna xwe bêhn digirt. Sêvê di temeneke biçûk de rêxistinê nas kir. Sêvê jineke çeleng û bi wêrek bû. Dizanibû ku jin ji hêla mêr û dewletê ve tên qetilkirin. 20 salan bi awayekî çalak di nav xebatên jinan de cih girt. Ji bo xatirê jina kurd, ereb, faris û hemû jinan têkoşîn da. Sêvê li hemû bajaran pêşengtî ji jinan re kir. Di hemû gund, bajar û taxan de xebat dikir û hêz dida jinan. Sêvê digot, 'Bila jin rabe, heqê wê jî heye ku li ber xwe bide'. Ji bo ku jina kurd xwe nas bike û rêxistin bibe têkoşîn dida. Sêvê îşkence, girtin, zilm, zehmetî, heqaret dît û tişt nema ku nehat serê wê. Lê dîsa jî serî rakir û weke jineke pêşeng li ber xwe da. Ji ber ku serê xwe rakir hat kuştin. Ew kesên ku Sêvê qetilkirin, hêvî dikim ku ji wan re nemîne. Em ê hesabên wan bipirsin. Ez bang li jinan dikim ku serê xwe rakin û li ber xwe bidin”
 
‘SÊVÊ JINEKE WELATPARÊZ BÛ’
 
Demîr, bi lêv kir ku keça wê Sêvê jineke welatparêz bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalê Sêvê jineke ji hemû gelan û mirovan hez dikir. Ji hemû mirovan re dilxwaz bû. Ji bo wê ol, netew, welat ferq nedikir. Hevala Sevê ji bo mirovahiyê ev têkoşîn da û di vê oxirê de canê xwe feda kir. 5 sal di ser bûyerê re derbas bûn, lê derheqê kujerên Sêvê, Pakîze û Fatmayê de yek lêpirsîn jî nehat vekirin. Ez bang li gelê kurd dikim bibin yek. Heta ku yêkitî çênebe gelê kurd wê her tim hedefê de be û bi êş û elem be. Xwîn bi xwînê nayê şûştin, bi avê tê şûştin. Em hêvî û rîca dikin destê xwe bidin hevdû. Em ê heya ku bên qetilkirin? Em ji xaka xwe dûr xistin û li ser xaka biyanî bi cih kirin. Em her tim di binçavan de ne. Ji ber çi? Ji ber bêdengiyêye. kurd qezenc bike wê aşitî û aramî bê vî welatî.”
 
‘JINEKE GELEK ZANA BÛ’
 
Pakîze Nayir, di sala 1990 de li gundê Ziristanê yê Silopyayê weke zaroka 4'emîn a malbatê ji dayik bûye. Nayir, di temenê xwe yê biçûk de ji neçarî bi malbata xwe re koçberî navçeya Nisêbînê ya MêrdîNê dibe û piştî 6 salan careke din ji Nisêbînê vedigere Silopiyayê û jiyana xwe li vir didomîne. Li aliyekê ve ji bo debara xwe kargehek vedike û ji aliyek ve jî beşdarî xebatên siyasî dibe.
 
Dayîka Nayir Behiye Nayir, derbarê keça xwe de diyar kir ku tu caran li hemberî zilm û zordestiyê serê xwe neditewand û wiha qala wê kir: “Pakîze jineke jêhatî û çeleng bû. Her tim rêber bû. Dizanibû rêberiyê bike. Di biçûktiya xwe de li firinê dixebitî. Di temenê xwe yê biçûk de nan digirt ser destê xwe û ji bo ku bifiroşe tax bi tax digeriya. Pişt re di dirûnxaneyekê de xebitî. Tu caran bê kar nedisekinî. Jineke gelek çalak bû. Pişt re bi pereyê ku kom kiribû, ji xwe re kargehek vekir. Aboriya mala me li ser milê Pakîzeyê bû. Jineke gelek zana bû. Mala me wê rê ve dibir. Pakîzeyê tu caran desthilatdariya mêr qebûl nedikir.”
 
‘BI HEZARAN PAKÎZE AFIRÎN’
 
Nayir, da zanîn ku keça wê tu carî xwe hewcê kesî nekiriye û ev tişt lê axaftina xwe zede kir: “Derheqê jinan de dema ku yekî tişteke xerab digot, Pakîze li hemberî wan derdiket. Di zarokatiyê de mereqa rêxistinê di dilê Pakizeyê de hebû. Ji rêxistinê pir hez dikir. Tevlî her meş û xebatên jinê dibû. Pakize li hemberî talankirina bajêr li ber xwe dida. Nehişt ku xaka wê bê talankirin û hilweşandin. Piştî ku Pakîze şehîd ket me navê wê li neviya xwe kir. Bes bila êdî ji neyên kuştin. Kezeba me şewitî, lê bila kezeba tu kesî neşewite. Kujerê wan kî ne? Bila aşkera bikin. Min Pakîzeyek da, lê bi hezaran Pakîze afirîn."
 
‘FATMA NEDIŞIBÎ TU KESÎ’
 
Fatma Ûyar ku demeke dirêj di têkoşîna azadiya jinê û xebatên siyasî de xebitî jî di sala 1993'yan de li gundê Duhokê yê girêdayîn navenda Şirnexê ji dayik dibe û bi malbata xwe re koçî navenda Şirnexê dike. Ji 7 zarokên malbatê ya herî piçûk e. Di temenekê piçûk de ji ber xebatên siyasî tê girtin û 9 sal ceza lê tê birîn. Ûyar, 5 sal û 3 meha di girtîgehên Sêrt û Mêrdînê de dimîne û piştre tê beraetkirin. Piştî ku ji girtîgehê dertê, li cihê mayî xebatên xwe dewam dike.
 
Dayika Ûyar Hatîce Ûyar jî mîna dayikên Sêvê û Pakîze qala têkoşîna keça xwe kir û derbarê keça xwe de ev tişt anîn ziman: “Fatma girêdayî doza xwe bû. Biçûk bû lê ji her tiştî fêm dikir. Dema ku hê zarok bû ji min re digot, ‘Ez ê biçim partiyê’. Min jî jê re digot, ‘Tu hê biçûkî’. Piştre ji min re digot, ‘Dema ku min xwest hûn erê nekin jî xem nake’. Bi qasî 3-4 salan li partiyê xebitî. Pişt re hat girtin. Li kuderê xebatek hebûna Fatma li wir bû. Di temenê xwe yê 11 salî de tevlî partiyê bû. Zarok bû, lê dilê pir bi werek bû. Fatma li hemberî malbata xwe û hevalên xwe gelek dilsoz bû. Min Fatma zêde nedît. Herkes bi keça xwe re digeriya lê em ne wisa bûn. Ji ber ku Fatma yan kar dikir yan jî di girtîgehê de bû. Dema ku rojekî li malê dima ez gelek kêfxweş dibûm. Fatma nedişibî tu kesî. Sêvê, Fatma û Pakîzeyê serê xwe netewandin. Em ê heta dawiyê pey şopa wan bin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût