Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin

  • jin
  • 14:52 1 Çile 2021
  • |
img
 
ENQERE - Tora Parastina Jinê binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin û gotin: "Em bang li hemû jinan dikin ku bibin dengê hev û îqtîdara mêrê serdest bihejînin." 
 
Tora Parastinê ya Jinê, bertek nîşanî komkujiya jinan dan. Endamên Torê ji bo Buse Uçer a polîsan ew binçav kir daxuyanî dan. Di civînê de Platforma Jinan a Enqereyê, Platforma Jinan a Dîkîlî, Piştevaniya Mor û jinên feminist ên serbixwe amade bûn. Di civînê de Endama Tora Parastina Jinê Aysun Gençtanir, anî ziman ku polîsan şevê din rêya Uçer birîn û ew binçav kirin. Gençtarin, da zanîn ku di roja yekemîn a salê de bi bûyerek wisa re rû bi rû man û wiha got: “Her ku têkoşîna jinan zêde dibe, bêhiqûqa Midûriyeta Polîsan a Enqereyê jî zêde dibe. Em ji wan re dibêjin, bila xewna wan bireve. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê hemû kolanan bi rengê xemrî boyax bikin. Me serê salê bi berxwedanê dest pê kir û em ê berxwedana xwe berdewam bikin. 
 
Her beşek daxuyaniyê jinekê xwend û anîn ziman ku hikûmet di her kêliyê de peymana Îstanbul binpê dike û tundiya li dijî jinan zêdetir dibe. Jinan anî ziman ku Bûse li ser kuştina 4 jinan got 'roja vî bajarî bişewitînin nêz e' û wiha got: "Piştî di 29'ê kanûnê de 4 jin hatin qetilkirin Bûse ev twit parve kir. Ev soza me ya hemû jinên ku tên kuştin e. Ev soza me ya têkoşînê ye. Di rojekê de 4 jin tên qetilkirin. Em ê tekoşîna xwe berdewam bikin. Têkoşîna me ya li dijî tacîzkar, tecawizkaran dê bidome. Em bang li hemû jinan dikin ku bibin dengê hev û îqtîdara mêrê serdest bihejînin."