Peyama sala nû ya jinan: Wekhevî, azadî û jiyaneke nû

  • jin
  • 09:03 1 Çile 2021
  • |
img
STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan, diyar kirin ku dê têkoşîna wan a di sala 2020'an de li dijî êrîşan dabûn destpêkirin, di sala 2021'ê de hîn dorfirehtir û bihêztir bibe.
 
Rêxistinên jinan bilêv kirin ku dê di sala nû de têkoşîn û berxwedana xwe dorfirehtir bikin û hêviya a ji bo sala nû, wekhevî û azadî ye. 
 
HÊVIYA JI BO SALA NÛ 
 
Berdevka Meclîsa Jina Sosyalîst (SKM) Denîz Aktaş, sala 2020'î wekî sala zêdebûna êrîşên mêran û dewletê nirxand. Aktaş, bilêv kir ku ji ber van polîtîkayan tahdeya li jinê tê kirin veguheriye qirkirineke zayendî. Aktaş, destnîşan kir ku nexasim jî destkeftiya wan Peymana stenbolê hedef hatiye girtin, lê belê bi têkoşîna pev re ya jinan êrîşên li ser destkeftiyên wan hatine berterefkirin. 
 
Aktaş, anî ziman ku bi hinceta şewba Covîd-19'ê hatiye xwestin ku jin hepsî malê bên kirin, lê belê cardin jî terka qadan nekirine. 
 
Aktaş destnîşan kir ku dê hêrs û serîhildana jinan di sala 2021'ê de dorfirehtir bibe û ji bo sala nû hêvî kir ku pergala serdest a mêrî tune bibe. 
 
TÊKOŞÎNEKE HEVPAR 
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Besra Îşsever jî diyar kir ku sala 2020'an saleke zehmet bû û bi şewbê û şer derbas bûye. Îşsever, destnîşan kir ku jinên berxwedêr hatine girtin û hatiye xwestin ku bên tepisandin û bêdengkirin. Îşsever, bilêv kir ku mêrên hêz ji îqtidarê digirin her roj jinan dikujin û nexasim jî gava AKP'ê xwestiye Peymana Stenbolê ji holê rabike, cinayet û tahde zêde bûye. 
 
Îşsever, destnîşan kir ku sala 2020'an ji bo jinan çendî saleke dijwar bû jî, lê belê cardin jî bi berxwedanê derbas bûye û got: "Werê xuyaye dê sala 2021'ê zehmetir be û dê bi berxwedanê derbas bibe. Em jin em ê bên cem hev du û bi hev re bitêkoşin. Hêvî dikim ku li seranserê cîhanê jin têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê dorfirehtir û bihêztir bikin." 
 
SALA JINAN
 
Endama Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê Tulay Korkûtan jî destnîşan kir ku fatûreya krîza siyasî û aborî ya li cîhanê û Tirkiyeyê li bindestan hatiye birîn û bi pandemiyê re careke din xitimandina kapîtalîzmê aşkere bûye. Korkûtan, destnîşan kir ku tenê ne li Tirkiyeyê li seranserê cîhanê destkeftiyên jinan hedef hatine girtin û got: "Ev sal bû sala jinan ku li çar hawirdorê cîhanê li dijî êrîşan terka kuçeyan nekirin. Mesela li Polonyayê em bûn şahidê berxwedaneke girseyî ku jin li dijî qedexeya kurtajê daketin kuçeyan û bi ser ketin. Li Arjantîn, Şîlî, Îspanya, Meksîka, Sûdan, Îran û Lubnanê li gelek welatên jin li kuçeyan bûn." 
 
Korkûtan anî ziman ku ew jin êdî jiyan û cîhaneke din dixwazin û got: "Hêviya me ji sala nû  jiyan û cîhaneke wekhev, azad û ji tahde û şidetê dûr e." 
 
HEYA EM AZAD NEBIN...
 
Endama Tevgera Jin Pev re Bihêz in Çagla Akdere jî bibîr xist ku sala 2020'an li gor deh salên dawî saleke dijwar bûye ku herî zêde di vê salê de jina hatine kuştin. Akdere, diyar kir ku di vê salê de êrîşên li ser jinan û destkeftiyên wan pir zêde bûn û saleke ku qada li jinan hatbû qedexekirin. Akdere, bilêv kir ku lê belê cardin jî jin qad terk nekirine û ji bo mafên xwe têkoşiyane. Akdere, destnîşan kir ku dêv berxwedan û têkoşîna jinan di sala nû de jî xwe bide der. 
 
Akdere, anî ziman ku ji bo jinan hatina sala nû pir ne giring û got: "Ji lewra duh 4 jn hatin kuştin. Em bi kuştina jinan dikevin sala nû. Hêrs û serhildana jinan di dema pandemiyê de jî li qadan hilnehat. Dê ev hêrs û serhildan ber bi sala 2021'ê ve biherike. Weki her salê em ê di vê salê de jî li dijî hemû zor û zehmtiyan li ber xwe bidin. Heya jiyan nebe jiyaneke azad û wekhev em ê li qadan bin." 
 
MA / Semra Tûran