Ji jinên girtî re kartên sersalê şandin

  • jin
  • 13:29 30 Kanûn 2020
  • |
img
MÊRDÎN - Meclîsan Jinan a HDP’ê û TJA’yê bi wesîleya sersalê ji girtiyên jin re kart şandin. 
 
Li Mêrdînê endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya serêsalê ji jinên girtî re kart şandin. Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Pero Dundar û Ebru Gunay, aktivîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê beşdarî çalakiya kart şandinê bûn. Jin ji bo kartan bişînin li ber Postexaneya Yenîşehîr a Artûklûyê hatin ba hev.
 
Parlamenter Pero Dundar li vir axivî. Dundar, bertek nîşanî girtina jinên siyasetmedar da û xwest ku di sala nû de dengê jinan serdest be û komkujiyên li ser jinan bi dawî bibin. Dundar anî ziman ku ew ji tevahiya girtiyan re silavên xwe rê dikin.