Bûldan: Divê sala 2021’an bibe sala destkeftiyên jinan

  • jin
  • 17:10 27 Kanûn 2020
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna Meclîsa Jinan a HDP’ê de axivî û destnîşan kir ku divê sala 2021’an bibe sala têkoşîna destkeftiyên jinan. 

Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo xeta têkoşîna xwe ya polîtîk a serdema nû diayr bike civînek online li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter û endamên Meclîsê beşdarî civînê bûn. 
 
Pervîn Bûldan axaftina vekirinê ya civînê kir û da zanîn ku di sala 2020’an de daxwazên jin tune hatine hesibandin û lê belê di heman demê salek ku têkoşîna jinan derket asta herî jor bû. Bûldan destnîşan kir ku divê sala 2021’an de bibe sala qezenckirina têkoşîna jinan. 
 
Piştî axaftina Bûldan, di civîna de çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, biryara DMME’yê ya derbarê azadkirina Selahattîn Demîrtaş, geşedanên din û êrişên li ser têkoşîna jinan hatin nîqakirin. Dê di rojên pêşiya me de encamnameya civînê bi raya giştî re were parvekirin.