‘Lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyê ye'

  • jin
  • 09:09 27 Kanûn 2020
  • |
img
AMED - Şehrîban Zûgûrlî ku du caran lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, diyar kir ku lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyeyê ye û Parêzer Berîvan Tûranê jî destnîşan kir ku ji bo ev rêzikname bê betalkirin divê serî li Şûraya Dewletê bê dayîn. 
 
Piştî ku Serokwekîla KOma AKP'ê Ozlem Zengînê got, "Li Tirkiyeyê lêgerîna tazî tune ye", nîqaşên di vî warî de dest pê kirin û gelek kesan bi rêya medyaya civakiyî tiştên li girtîgehan bi wan re rû bi rû mane parve kirin. Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şehrîban Zûgurlî ku lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin, destnîşan kir ku lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyeyê ye.
 
Di Cotmeha 2017'an de li Girtîgeha Sîncan a Jina û di sala 2019'an de jî li Girtîgeha Amed a Tîpa T'yê lêgerîna tazî li Zûgûrliyê hatibû ferzkirin. 
 
Zûgûrlî pêşî behsa lêgerîna tazî ya li Girtîgeha Sîncanê kir: "Gotin, ev prosedur e û heya em lêgerîna tazî neyê kirin, em nikarin te bibin qawîşê. Min li ber xwe da. Lê bi darê zorê kincên min ji min kirin. Sê çar gardiyan bi ser min de hatin û bi zorê kincên min ji min kirin. Her ku min li ber xwe da, tahde li min kirin. Li Amedê jî heman tişt hat serê min. Lêgerîna tazî bûye realîteyeke girtîgehên Tirkiyeyê." 
 
FERASETA NÊRZA 
 
Zûgûrlî ji bo gotinên Serokwekîla Koma AKP'ê Ozlem Zengînê jî got: "Dixwazim bang bikim; kîjan jin bi vê pêkanînê re rû bi rû mabe, bila bibêje. Nikarin bi gotina 'Li Tirkiyeyê lêgerîna tazî tune ye' rastiyê terorîze bikin. Tu ferqa vê gotinê ji gotina, 'li Tirkiyeyê feqîrî û xizanî tune ye' tune ye. Em baş dizanin ku xizanî jî heye, betalî jî heye û lêgerîna tazî jî heye. Lêgerîna tazî berhema feraseta nêrza ye ku rûmeta mirovan binpê dike. Em ê kirinên bi vî rengî tu carî qebûl nekin û em ê tim li ber wan rabin." 
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bahara Karakaş Ûlûgê jî gotinên Zengîn a AKP'î bibîr xistin û got: "Li Tirkiyeyê her tişt diqewime. Tenê dikarin alîgirên xwe bixapînin. DJi bo parastina îtibara xwe dikarin van tiştan bibêjin, lê belê êdî bêhn ji xwêyê tê. Jin tev divê li hemberî vê yekê rabin û bitêkoşin." 
 
ŞERM E 
 
Parêzer Berîvan Tûranê jî got: "Lêgerîna tazî şerma vî welatî ye." Tûran, destnîşan kir ku li gelek girtîgehên Tirkiyeyê lêgerîna tazî ji zû de heye û nexasim jî li girtiyên siyasî tê ferzkirin. 
 
NE HIQÛQÎ YE 
 
Tûran, diyar kir ku lêgerîna tazî ya di bin navê "lêgerîna bihûrgulî" de tê kirin, li gor tuzuk û rêziknameyan tê kirin û ev yek di xala 34'an de ya Rêziknameya Girtîgehan de hatiye bicihkirin. Tûran got: "Di rêziknameyê de hatiye gotin ku heger guman û şikên zêde hebin û dê ev yek ewleyiya girtîgehê têxe ber xetereyeke mezin, divê bê kirin. Lê mixabin ji van tiştan yek jê jî esas nayê girtin. Li gelek deverên Tirkiyeyê bi awayekî kêfî tê kirin." 
 
‘ÎŞKENCE YE' 
 
Tûran, destnîşan kir ku lêgerîna tazî binpêkirina mafên mirova ye û got: "Heger mexdûr jin be, ev tê wateya tahde û şidetê. Heger mexdûr zarok be, ev tê wateya îstismarkirinê. Di warê hiqûqê de ev îşkence ye." 
 
Tûran di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo betalkirina vê rêziknameya ku lêgerîna tazî di xwe de dihebîne divê serî li Şûraya Dewletê bê dayîn. 
 
MA / Eylem Akdag