TJA: Em biryara girtina Leyla Guven nas nakin

  • jin
  • 13:53 23 Kanûn 2020
  • |
img
AMED - TJA’yê derbarê girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê de diyar kir ku girtina Guven bê hiqûqî ye, tolhilandine û ew vê biryarê nas nakin.  
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê di daxuyaniya ku bi serenavê “Em bi tu deran ve naçin, li vir in û berxwedana xwe didomînin” daxuyanî belav kir û TJA'yê diyar kir ku daraz bi polîtîkayên "desthilatdariya faşîst" a îqtdarê wek “amûrê tolhildanê” bikartîne.
 
‘TOLHILDANA SIYASÎ YE’
 
TJA’yê da zanîn ku girtina Leyla Guven mînaka herî şênber a hestên tolhildanê ye û wiha got: “Cezayê ji Guven re hatiye dayîn bersiva 'tolhildana siyasî' ye. Ev tolhildan ji demê dozgerên FETO’yê ve dest pê kir. Hêj pêvajoyên dadgeha îstînafê û dadgeha bilind dest pê nekirine bi lez û bez biryara girtinê dan û weke ku birevînin sirgûnî Girtîgeha Xarpêtê kirin."
 
‘EM BIRYARÊ NAS NAKIN’
 
TJA’yê destnîşan kir ku ew biryara girtina Guven nas nakin û wiha got: “Di kesayeta Leyla Guven de gelê kurd û têkoşîna rêxistina jinên kurd tê cezakirin. Gelê kurd û jin vê biryarê nas nakin. Dewlet ewil xebatên me jinan hedef digire û dixwazin tola xwe ji Leyla Guven hilînin. Em dibêjin ji niha û şunde jî em li mîrateya berxwedanê xwedî derkevin, bibin hezar Leyla û pergala xwe ya azadbûna jinê ava bikin. Ev zext nikarin me bêzar bikin. Weke ku hevala me Leyla jî got, em jî dibêjin em li vir in û bi tu deran ve naçin.”