30 sal in perçeyek têkoşîna jinê ye

  • jin
  • 09:06 4 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Dilxwaza Mor Çatiyê Ozgur Sûnatay, anî ziman ku 30 sal in di warê têkoşîna jinê de têdikoşin û got: "Jin serî li me didin û biryar digirin ku jiyana xwe biguherînin. Cardin xwedî li jiyana xwe derdikevin." 

Wekfa Jinê ya Mor Çatiyê bû 30 salî. Mor Çati, li dijî şideta mêrî heya niha pêwendî bi 40 hezar jinî re daniye. Her wiha Mor Çatiyê mala Stargehê ya Jinê ava kir û di vî warî de piştgiriya 9 hezar jin û zarokî kir. 
 
Dilxwaza Mor Çatiyê Ozgur Sûnatay, di 30 saliya Mor Çatiyê de behsa xebatên weqfê kirin. 
 
ARMANCA WÊ 
 
Sûnatay, diyar kir ku Mor Çati, 30 sal in piştgiriya jinan dike, xwedî polîtîkayeke feminîst e. Sûnatay, bibîr xist ku fikra avakirina weqfê di sala 1987'an de peyda bûye ku wê salê li Çankiriyê di doza devjihevberdanê de dadger ji jinekê re dibêje "divê tu ço ji serê jinê kêm nekî" û jinik li ber vê radibe û vê yekê qebûl nake. Sûnatay, bilêv kir ku ya ku ev biryara bi rêxistinên jinan re parve kiriye parêzera feminîst ku niha parlementera HDP'ê ye, Filîz Kerestecîoglû bûye û piştî vê ev yek deng vedaye. 
 
KAMPANYAYA LI DIJÎ LÊDANÊ 
 
Sûnatay, destnîşan kir ku piştî vê biryarê jinan serî rakiriye û got: "Piştî ev serhildan berbelav bû Kampanyaya Li Dijî Lêdanê dest pê kir. Di 17'ê Gulanê de li Parka Yogûrtçûyê çalakiyek hat lidarxistin. Ev çalakî deng veda. Jinên feminîst jî li ser vê asasê "li dijî lêdanê" pêngavek dan destpêkirin. Piştî vê jî Mor Çati ava bû." 
 
NAVNÎŞANA EWIL A MOR ÇATIYÊ 
 
Sûnatay, bilêv kir ku ji avakirina Mor Çatiyê heya niha keda jinên feminîst gelek e û bi xebatên Mor Çatiyê re dewletê jî li dijî şidetê hin polîtîka afirandine û di vî warî de Mor Çati bûye rênîşander. Sûnatay got: "Li Tirkiyeyê saziyeke 30 salî ye. Gava behsa stargehê tê kirin, ewilî Mor Çati tê bîra jinan. Lewma tercîha ewil a jinan Mor Çati ye. Piştî tahde zêde dibe jin seîr li me didin. Em ji bo jiyaneke bêtahde û jiyaneke alternatîf bi hev re danûstendinê dikin û çareyekê peyda dikin. Em di çîroka her jinekê de tiştekî nû hîn dibin." 
 
Sûnatay, anî ziman ku kîjan jin serî li wan dide, bandorê li jiyana wê dikin û got: "Jin serî li me didin û biryar digirin ku jiyana xwe biguherînin. Helbet girtina vê biryarê ne hêsan e. Bi me re cardin xwedî li jiyana xwe derdikevin. Çîroke her jinekê wê bihêztir dike. Em her roj tiştine nû hîn dibin. Li dijî vê em awayê têkoşînê dibînin. Jinên serî li me didin jiyana wan bi her awayî bi başî diguhere." 
 
TAHDEYA MÊR Û BANDORA WÊ 
 
Sûnatay bal kişand ser sedemên sereke yên tahdeya li jinê tê kirin jî û got: "Bi pandemiyê re tahde zêde bû. Meseleya sereke ne 'ku tahde zêde bûye yan jî kêm bûye.' Xwegihandina mekanîzmayên li dijî tahdeyê zehmet bûye. Bi pandemiyê re zêdetir bûye. Em dikarin bibêjin ku tahde ji be rnewekheviya di navbera jin û mêr de zêde bûye. Li dijî vê têkoşîneke yekpare divê. Sedema tahdeyê mêrantî û serdestiya mêr e. Ji ber ku jin li ber vê radibin bi tahda zêde dibe." 
 
DANE KÊM NEBÛNE 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di arîfeya 25'ê Mijdarê de gotibû "tahde kêm bûye. Sûnatay îşrate bi vê daxuyaniyê kir û got: "Di daneyên me de tu kêmbûyîn çênebûye. Lê belê derbarê zêdebûnê de hin prisgirêk hene. Ji dêvla ku wezaret bibêje kêm bûye, pêşî divê di vî warî de esker û polîsan perwerde bike. Gava jinên ji ber tahdeyê serî li midûriyeta polîsan didin, wan wan dişînin malê an jî tenê navnîşan stargehan ji wan re dibêjin. Pêşî wezaret divê vê yekê têxe rojeva xwe. Di vî warî de divê serî li rêxistinên jinan bide." 
 
PERÇEYEK TÊKOŞÎNA JINÊ 
 
Sûnatay derbarê peyamên piştgiriyê ku bi boneya 30 saliya Mor Çatiyê de tên ev tişt gotin: "Em hêza xwe ji gotina xwe digirin. Mor Çati 30 sal in perçeyek têkoşîna jinê ye. Her jin derbarê xwe de tiştekî hîs dike. Lewma her kes ev qasî piştgiriyê dide û ev piştgirî pir girîng e. Ev piştevaniyeke pir biqîmet e." 
 
MA / Semra Tûran