Girtiyên jin ên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin

  • jin
  • 09:09 3 Kanûn 2020
  • |
img

AMED - Li Girtîgeha Sêrtê rewşa girtiyên nexweş Dûrî Kaygûsû û Kadriye Cengîz nebaş e. Malbatên wan xwestin xizmên wan bên berdan. Parêzer Mûharrem Şahîn jî got ku nexasim girtiyên jin ji ber hin nexweşên nûser, mecbûr dimînin li hemberî gelek pirsgirêkan li ber xwe bidin. 

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan herî kêm 50 jê jin in. 
 
Yek ji van girtiyên nexweş jî ku rewşa wê giran e, Dûrî Kaygûsûz a 62 salî ye. 13 meh berê, hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de 61 kes hatibûn binçavkirin. Kaygûsûz jî di nav van kesan de bû û piştî binçavkirinê tevî 25 kesan hatibû girtin. Kaygûsûz di Girtîgeha Sêrtê ya Tîpa E'yê de ye. Ji ber ku di dema gireva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê de di Mijdara 2018'an de hatibû destpêkirin û li tevahiya girtîgehan belav bûbû, piştgirî dabû çalakiyên ji bo greva birçîbûnê hatibû girtin. 
 
GELEK NEXWEŞÎ LÊ PEYDA BÛNE 
 
Kaygûsûz ku "endamtiya rêxistinê" tê tawanbarkirin, nexweşîna dil, nexweşîna çavan, hîpertansiyon û nexweşîna şeker pê re heye. Her wiha ev demeke di pêsêra wê ya çepê de girêkek çêbûye û ji ber vê nikare destê xwe yê çepê pir bileqîne. Tê gotin, nîşaneyên wê yên pençeşêra pêsêrê ne. Lewma divê Kaygûsûz bi awayekî rêk û pêk dermanan bi kar bîne, lê belê di çaçroveya tevdîrên ji bo pandemiyê de ji ber ku her cara biçe nexweşxaneyê divê 14 rojan di karantînayê de bimîne, naxwaze biçe nexweşxaneyê. 
 
FIKARÊN MALBATÊ 
 
Kurê Kaygûzê Azad Kaygûsû, diyar kir ku derbaêr jiyana dêya xwe de bifikar in û got: "Bi awayekî neheq dêya min digirin. Tu sûcekî wê tune ye. Em dixwazin dêya min bê berdan." 
 
DU CARAN EMELIYAT BÛ 
 
Girtiyeke din a nexweş jî Kadriye Cemgîz a 45 salî ye. Cengîz jî di Girtîgeha Sêrtê ya Tîpa E'yê de ye û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal û 4 meh ceza lê hatiye birîn û 6 sal in girtiye. Cengîz ku teşxîsa pençeşêra pêsêrê lê hatiye danîn, heya niha du caran xwîn ji mîdeya wê hatiye û du caran jî qeyrana dil derbas kiriye. 
 
PENÇEŞÊRA PIŞIKÊ 
 
Cengîz, ji ber van nexweşînan xweşikî nikare li ser pêyan bisekine. Lê belê piştî şewba Covîd-19'ê tenduristiya wê xirabtir bûye. Cengîz heya niha 3 caran û her carê 14 rojan hatiye karantînakirin. Keça wê Evîn Cengîz, anî ziman ku di hevdîtina bi rêya telefonê ya dawî de, dêya wê gotiye, teşxîsa pençeşêra pişikê hatiye danîn. Cengîz got: "Diviyabû 7 meh berê dêya min bihata berdan. Du caran qeyrana dil derbas kiriye. Bijîşk dibêjin, şansekî wê maye. Em dixwazin rojek berî rojekê bê berdan." 
 
PEYWIRA DEWLETÊ 
 
Parêzer Mûharrem Şahîn jî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Şahîn, anî ziman ku berpirsiyarê mafên sereke yê tenduristî, ewlehî, xwedîkirin, stargeh û azadiyê dewlet e.
 
Şahîn, destnîşan kir ku her diçe rewşa girtiyên nexweş xirabtir dibe û got: "Gava em li rewşa heyî dinêrin, rewş qet nebaş e. Her diçe xirabtir dibe. Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene. Di pêvajoya pandemiyê de ewilî diviyabû girtîgehan esas bihatana girtin. Lê mixabin berevajî şert û mercên li gritîgehan girnatir kirin." 
 
MIDÛRIYETA POLÎSAN NIKARE BIRYARÊ BIDE 
 
Şahîn, diyar kir ku girtiyên nexweş divê li gor rapora bijîşkên li nexweşxaneyên tam teşekulî bên berdan û got: "Hege rhikumxwar be, divê ceza bê taloqkirin û bê berdan. Lê radibin girtiyan diînin Saziya Tiba Edlî. Tiba Edlî jî rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' dide. Lê belê dû re raporê ji midûriyeta polîsan dipirsin. Ji midûriyetê dipirsin, heger bê berdan dê di warê ewlehiyê de bibe cihê xetereyekê yan na. Ev dijî hiqûqê ye. Tenê dadgeh dikare derbarê azadiya kesekî de biryarê bide. Wekî din tu saziyên din nikarin vê biryarê bidin." 
 
Şahîn, destnîşan kir ku nexasim girtiyên jin ji ber nexweşînên nûser bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. 
 
JINÊN GIRTΠ
 
Şahîn, anî ziman ku jinên girtî di dema çûnhatina nexweşxaneyê de bi hin pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û got: "Hin nexweşînên nûser ên jinên girtî hene. Gava diçin nexweşxaneyê, pirî caran bijîşk bi awayekî kelemçekirî muayeneyê dikin." 
 
Şahîn, destnîşan kir ku rojek berî rojekê divê rewşa girtiyên nexweş bê çareserkirin û got: "Em li derve ne bi zorê pêdiviyên xwe peyda dikin, lê ew di girtîgehê di şert û mercên zehmet de ne. Mixabin li vî welatî girtîgeh wekî birîneke xedar li pêşberî me ne. Niha li gelek girtîgehan şewb belav bûye. Demildest divê ji bo girtiyên nexweş tevdîr bên girtin." 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel