‘Divê jin pergalê desteser bikin’

  • jin
  • 09:04 23 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Hevserokê KCD’ê Leyla Guven, derbarê tundiya li dijî jinê ya ku bûye mîna pergal de, ev şîrove kir: “Divê jin, vê pergalê deste ser bikin. Ji bo ku pergal demokratîk bibe, bê guhertin û pergalake bi renge jinan bê avakirin, pêwîstî bi têkoşînê heye.” 

Çend roj man ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê. Jinên ku ber bi 25’ê Mijdarê ve diçîn, li dijî tundiyê, hebûna xwe ya li qadan dewam dikin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, zext û îşkenceyên li Xwişkên Mîrabal ên li dijî Hikumeta Trujîllo ya faşîst a Komara Domînîk di sala 1960’an de têkoşiyan hat kirin û qetil kirin, îro jl jinên kurd tê kirin. 
 
Guven, bal kişand ser jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên di sala 2013’an de, li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û wiha got: “Dûre di sala 2016’an de cardin Sêve Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bi heman hişmendiyê li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatin qetilkirin.” 
 
‘DIVÊ PERGALÊ DESTESER BIKIN’
 
Guven, diyar kir ku jinên kurd têdikoşin û wiha axivî: “Ji ber vê yekê dibin hedefa hişmendiya serdest a zilam û dîktatoran. Lê jinên kurd ligel hemû tundî û komkujiyan jî, tucarî paşve gav ne avêtin. Bi vê yekê re divê êdî jin vê pergalê desteser bikin. Ji bo ku pergal demokratîk bibe, bê guhertin û pergalake bi renge jinan bê avakirin, pêwîstî bi têkoşînê heye.” 
 
‘EM RED DIKIN’
 
Guven, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Jinên kurd hem têkoşîna neteweyî didin, hem jî li dijî çanda tundiyê ya hişmendiya zilamê serdest têdikoşin. Bi destê dewletê çanda tecawîz û tacîzê anîn bajar û navçeyên me. Ev vê çandê red dikin. Keçên em yên ciwan ji aliyê çawîşên pispor û polîsên zayendperest ve tên xistin. Em vê yekê bi tundî red dikin. Divê em jinên Kurd, Tirk, Elewî, Sunnî, Laz û Çerkez li ser esasê nasnameya jinê bibin yek. Berî her tiştî divê em bi nasnameya jinê, helwest bigirin. Di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de hemû jin tên gelhev û hêzek hevpar derdikeve holê. Dîsa ji bo Peymana Stenbolê helwesta jinan a derket holê, pir girîng bû. Di heman demê de li bajarên Kurdistanê hemû jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amed dikin. Kampanyeya ‘Em xwe diparêzin’ a Tevgera Jinên Azad (TJA) daye dest pê kirin di vî warî de heta bêje girînge. Ji ber ku em vê têkoşîna xwe pergala heyî qul dikin û rola ku serdest dixwazin li me bar bikin weke qeder nabînin. Ew vîn û hêza me heye ku em bi xwe xwe qedera xwe xêz bikin. Di vê mijarê de tenê pêdivî bi cesaretê heye û ev cesaret heta bêje di jinên kurd de heye.” 
 
XWEPARASTIN 
 
Guven, bi bîr xist ku gelek cureyên rêbazên tundiyê yên hêzên serdest hene ku li jinan bikin û wiha nirxand: “Di destên wan de, gelek derfet hene. Bi van derfetan bi ser me de tên. Em jî vê mijarê de xwe diparêzin. Em dibêjin ku ‘Em ne dişînê de, di îsyanê de ne.’ Ji ber ku encex bi îsyanê em karibin vê biguherînin. Em vê îsyan û cesareta xwe ji Arîn Mîrkan, Avest Xabûr, Hevrîn Xelef, Sakîne Cansiz û Bêrîtanan digirin. Em mîna hevalên xwe Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û gelek hevalên xwe yên jin ên di girtîgehan de ne, li ber xwe didin û îsyan dikin. Emê xwe biparêzin. Wê tundî bi tu awayî bê bersiv nemîne. Jin wê li her derî, bi parastina çewherî bersiv bide.” 
 
BANGA TEVLÎBÛNA 25’Ê MIJDARÊ
 
Leyla Guven, banga tevlîbûna çalakiyên 25’ê Mijdarê li tevahiya jinan kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ez bang dikim ku jin li dijî tundiya dewletê, polîs û zilam, di 25’ê Mijdarê de, li her qada ku lê dimînin dengê xwe bilind bikin. Divê di 25’ê Mijdarê de jin qadan tije bikin û qîr bikin. Lazime ku em dengê xwe ewqas bilind bikin ku jinên di nava civakê de ji vî dengê me hêz bigirin. Ez bi rihê têkoşîna 25’ê Mijdarê hemû jinan silav dikim û wan vedixwînim  berxwedanê.” 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Mehmet Erol