Me 25'ê Mijdarê ji zilaman pirsî: Ji televîzyonê hîn bûm

  • jin
  • 09:13 21 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL - Li Stenbolê me tahde û şideta li jinê tê kirin ji zilaman pirsî. Yek ji van zilaman Mehmet Kocabey, diyar kir ku ji televîzyonan 25'ê Mijdarê hîn bûye û got, divê hîn bêtr çalakiyên jinan di TV'yan de cih bigirin. 

Ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê çend roj man. Li seranserê cîhanê jin amadekariyên xwe yên ji bo vê rojê dikin. Bi vê boneyê me li Stenbolê 25'ê Mijdarê û tahde û şideta li jinan tê kirin ji zilaman pirsî. 
 
Mûstafa Ketencî, anî ziman ku heger keda jinê ya li malê û li derve xuyangtir bibe dê cîhan veguhere cihekî hîn xweşiktir û got: "Lê mixabin zarokên keç çawa tên dinyayê bi cihêkariyekê re rû bi rû dimînin. Ev jî dibe sedem ku şideta civakiyî zêde bibe. Li gor bîr û baweriya min şideta li jinê tê kirin ji malbatê dest pê dike. Hegemonyayek heye û heger ev hegemonya neherife dê pêşî li ber vê şidetê neyê girtin." 
 
'JI TELEVÎZYONÊ HÎN BÛM'
 
Mehmet Kocabey jî an, ziman ku piştî di TV'yê de nûçe temaşe kirine pê hesiyaye ku 25'ê Mijdarê çi ye û got, ji bo mafên jinan baş bên zanîn divê di TV'yan de çalakiyên bi vî rengî zêde cih bigirin û xuyangtir bibin. Kocabey, destnîşan kir ku sedemeke sereke ya şidet li jinê tê kirin jî krîza aborî ye û got: "Şideta navmalê ji ber vê ye. Bêdebarî vediguhere şer û şidetê. Ez dibêjim piranî ji ber aboriyê ye. Betalî şideta li ser jinê zêdetir dike." 
 
Tûncer Aktay, destnîşan kir ku divê tu kes li hemberî şidetê xwe li bêdengiyê daneyne û got: "Zilamên athdeyê dikin, divê bêng ilîkirin. Divê jin nebêjin 'heger gilî bikim dê tiştên xirabtir bên serê min.' Heger wisa be, mixabin wê şidet zêde bibe. Her wiha rabûna li ber şidetê divê tenê ne aydê jina be. Zilamên di vî warî de serwext hene. Divê jin û mêr tev de li dijî şidetê rabin. gava wisa be, em ê karibin ji derheqê şidetê derkevin." 
 
‘DIVÊ PERGAŞ BIGUHERE' 
 
Huseyîn Canduz, anî ziman ku sedemeke zêdebûna şidetê jî êrîşên li ser destkeftiyên jina ne û got: "Destkeftiyên jinan hemû ji holê hatin rakirin. Lewma şidet jî zêde bû. Her wiha bi vê re îstismarkirina zarokan jî zêde bû. Pêşî divê ev pergal biguhere." 
 
‘TENÊ NE MESELEYA JINA YE' 
 
Canduz, destnîşan kir ku di dîrokê de civakên ewil ji aliyê jinan ve hatine birêvebirin û got: "Roja ku me giranî da motîfên dînî, destkeftiyên jinan hemû qels bûn. Me jinê ji hilberînê, ji jiyana civakiyî dûr xist û niha ji me tirê em paşe ne û jinan dieciqînin. Haya me jê tune ye, ê dieciqe em bixwe ne. Jin, divê li hemû qadên jiyanê be." 
 
Canduz, diyar kir ku dê bi wekheviya zayendî ya civakiyî şidet ji holê rabe û got, şideta li hemberî jinê tenê ne pirsgirêka jinê ye û divê mêr jî bitêkoşin. 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Mûhammed Çetîn jî li dijî şidetê bal kişand ser cezayên giran û got: "Divê cezayên giran bên birîn. Çare şert e. Divê jin û mêr tev de li dijî şidetê bitêkoşin." Arda Altin jî anî ziman ku ji bo şidet ji holê rabe pêdivî bi feraseteke civakiyî heye û got: "Ev pirsgirêk tenê ne prisgirêka jina ye. Mêr jî divê li dijî vê yekê bitêkoşin. Em ê bi vî awayî karibin ji derheqê şidetê derkevin." 
 
MA / Semra Tûran