Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû

  • jin
  • 09:01 20 Mijdar 2020
  • |
img

WAN - Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez anî ziman ku gava xwestiye bibe siyasetmedar bi gotinên "Îcar jin û bibe siyasetmedar, de li mala xwe rûnê" re bi rû maye, lê belê guh nedaye van gotinan û got, vîna jinê ne kêm e û dê dev ji vê helwesta xwe bernede.

Wekî gelek welatên cîhanê li Tirkiyeyê jî di warê siyasetê de temsîliyeta jinê hindik e. Jinên dixwazin daxilî nav qada siyasetê bibin jî, piştî têkoşîneke dûr û dirêj daxil dibin. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Oznûr Bartin û Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Însan û Mirov (PÎA) Menîce Gulmez, bal kişandin ser têkoşîna jinê ya di qada siyasetê de. 
 
'DÊ EV HELWESTA MIN DEWAM BIKE' 
 
Menîce Gulmez, anî ziman ku gava xwestiye daxilî nav siyasetê bibe ên li derdora wê jê re gotine "Îcar jin û bibe siyasetmedar, de li mala xwe rûnê. Sibê dusibe tu yê bêyî girtin, eyb e. Îcar em ê ji xelkê re bibêjin çi?"  re rû bi rû maye. Gulmez, destnîşan kir ku lê belê li dijî vê şideta derûnî wê hewesta xwe nîşan daye û gotiye "Ez jî dikarim wekî her kesî bikim." Gulmez got: "Em tu carî qebûl nakin, vîna me ne kêm û qels e. Lewma min ev zext û zoriyên derûnî qebûl nekirin û daxilî anv bûm. Dê ev helwesta min a biryardar dewam bike." 
 
Gulmez, bal kişand ser wekheviya zayendî jî û got: "Îro mirov çawa nêzî mêran dibin divê bi heman awayî muxatabiya jinan jî esas bê girtin. Ne kêm ne jî zêde." 
 
Hevseroka Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) a Wanê Oznûr Bartin jî anî ziman ku jin li hemû qadan têdikoşin û got: "Ên herî zêde tahde li wan tên kirn jin in. Lewma li dijî vê şidetê em têdikoşin. Lê belê têkoşîna me têkoşîna zehmet e." 
 
Bartin, bilêv kir ku Meclîsa Jinan a HDP'ê û pergala hevserokatiyê di dema biryargirtinê de hevsengiyekê çêdikin û got, biçe ku derê pergala bîrdoziyî ya partiya xwe jî dibe wir. 
 
TÊKOŞÎNEKE RÊXISTINBÛYΠ
 
Bartin, bilêv kir ku li welatekî ku her roj 3 jên lê tên kuştin helbet siyaset jî zehmet e û got: "Lê belê di serdemeke ku şidet gur bûye de tişta divê bê kirin, rêxistinbûyîna jinan û serwextbûyîn e. Têkoşîneke perçebûyî zehmet e." 
 
Bartin, bal kişand ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê jî û got, ew tenê xwe bi vê rojê sînor nakin, her roj li dijî şidetê têdikoşin. bartin got: "Heya em bi hev re birînên hev nepêçin, dê kes ne qîrînên me ne jî zêmarên me nebihîse."