Jinan: Ne kes vîna gel hat girtin 2020-06-07 14:45:40 NAVENDA NÛÇEYAN  - Jinên HDP, TJA û HDK’î, girtina parlamenterên xwe şermezar kirin û gotin: “Yên hatin girtin ne kesin vîna gele.” Li Îdirê jî jinan li dijî betalkirina wekîltî û girtina Leyla Guven û Musa Farisogullari daxuyaniyek dan û gotin: "Leyla vîna me ye û em ê li hemberî xespkirina vînê bêdeng nemînin." Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê, endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), betalkirina parlamenteriya Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) û Parlamentera HDP’ê yê Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogûllari û girtina wan şermezar kirin. Jinan li avahiya partiye daxuyanî dan, pankarta “Em li dijî darbeya li ser vîna xwe li ber xwe bidin” û dirûşmeyên “Jin jiyan Azad” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berz kirin.    'VÎNA GEL GIRTIN’    Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulhabar Şofer, girtina parlamenteran weke “yek ji kiryarên faşîsmê” nirxandin û wiha axivî: “Parlamenterê  CHP’ê Enîs Berberoglû ji ber şewbê berdan. Lê du wekîlên HDP’ê bernedan. Ev parçeyeke êrîşên li ser partiya me ye. Emê tu carî van kiryarên faşîzmê qebûl nekin. Faşîzm ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye di heman demê pirsgirêka hemû kesiye. An emê hemû bi hevre rizgar bibin an jî emê hemû bi hev re bin bikevin. Ji bo vê divê em têkoşîna û berxwedana xwe ya hevpar mezin bikin. Yên hatin girtin ne kesin vîna gele. Em jin emê li dijî vê darbeye dest ji têkoşîna xwe bernedin. Dîroka me bi Leylayan tijeye. Leyla tê wateya mezinkirin berxwedanê. Leyla vîna hemû jinane.”   Piştî axaftinê daxuyaniya jinan bi berzkirina tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.    ÎDÎR    Piştî ku wekîltiyên Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogullari hat xistin hatin girtin. Di têkildarê xistina wekiltî û girtina Leyla û Mûsa de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Îdirê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber awahiya Rêxistina HDP'ê ya bajêr pêk hat. Di daxuyaniyê de pankarta "Me serî ne netewand em ê netewînin dê derbeker biçin, em ê bi ser kevin û berxwedan jiyan e” vekirin. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA'ê Ozlem Tozuk ve hat xwendin.    Ozlem, destnîşan kir ku Leyla Guven vîna Gelê kurd e û got: "Leyla emrê xwe fedayê jinên kurd kir û gelek bedel jî da. Leyla di 24'ê hezîranê sala 2018'an de wekî parlamentera Colemêrgê hat bijartin. Ligel parlamenter bû jî demek dirêj li girtîgehê ma. Li girtîgehê li dijî tecrîda li hemberî birêz Abdullah Ocalan 200 rojî di nava çalakiya greva birçîbûnê de ma. Bi belavbûna berxwedanê re bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk hat."   Ozlem, diyar kir ku her wiha Leyla vîna jina ye jî û wiha axivî: "Leyla bi berxwedan û têkoşîna xwe ji jinên cîhanê re bû îlham. Jin li hemberî îqtîdara faşît tu carî paşve gav neavêt. Îqtîdara faşît a AKP û MHP'ê li hemberî têkoşîna Leylayê nabe asteng. Leyla vîna me ye û em li hemberî xespkirina vîna xwe bêdeng namînin."   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.