Li cihê Ayşegul Akturk hat qetilkirin çalakî pêk anîn 2020-06-06 16:27:07   STENBOL - Meclîsên Jinan, li cihê Ayşegul Akturk hat qetilkirin çalakî li dar xistin û bertek nîşan dan.   Meclîsên Jinan, Ayşgul Akturk hat qetilkirin bertek nîşan da. Ayşegul Akturk duh li Maltepe ya Stenbolê ji aliyê Muharrem Eralp ve hatibû qetilkirin.  Hevalên xebatê yên Akturk û cîranên wê beşdarî çalakiya li ber mala Akturk hat lidarxistin bûn.    Jinên ku wêneyên Ayşegul Akturk kirin destên xwe, dowîzên “Em ê cînayetên jinan rawestîn in” vekirin û bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşan da.    Endama Meclîsên Jinan Ayşe Ece Kavas, daxuyanî da û wiha got: “Her ku diçe komkujiyên jinan zêdetir dibin. Wezîrê Kurê Hûndir Suleyman Soylû daxuyaniyên komkujiyên jinan kêm bûne her tim dide. Lê ligel vê yekê jî her mehê herî kêm 21 jin tên qetilkirin. Îro em li ber mala Ayşegul kom bûne. Ev ji bo me xemginiyek mezine. Divê li vî welatî qanûn bên bi cih anîn, jin bên parastin û polîtîkayên wekheviyê bên birêve birin. Ger ev bên pêşxistin wê tu zilam nekarin tundiyê li jinan bikin.”   Dûre hevala Ayşegul a xebatê Dr. Nuket Zeynep Ozdemîr jî, axaftinek kurt kir û wiha got: “Heya ku têgînên civakî neyin hilweşandin wê tu pêşketin çênebin. Gelo çiam zilam tenê qanûnan diyar dikin? Dest ji vî mejiyê xwe berdin. Bihêlin em jin qanûnên xwe diyar bikin. Li ser bedena me tu mafê we tuneye ku hûn li gorî xwe qanûnan derbixin.”   Piştî axaftinê jinan  çalakiya xwe bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî kirin.