Li Agiriyê di mehekê de 3 mirinên bi guman: Mal bûnê cihê cinayetê 2020-06-02 15:20:17   AGIRÎ – Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bi bîr xist ku di mehekê de 3 jin bi awayekî bi guman li Agiriyê jiyana xwe ji dest dane û got: “Me bi dehan caran got ku ji bo jinan mal bûne cihê heqaret, tundî û cînayetê.”   Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, li avahiya HDP’ê ya Agiriyê, daxuyanî da çapameniyê û bertek nîşanî polîtîkayên li dijî jinan û cînayetên jinan da. Hevşaredara Panosê Muşerret Geçer, Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar jî tevlî daxuaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Cînayetên jinan polîtîk in” vekir û wêneyên jinên ku hatine qetilkirin hilgirtin. Taşdemîr, destnîşan kir k udi pêvajoya vîrûsê de cînayetên jinan zêde bûne û wiha got: “Li herêmê di bin navê “întiharê” de jin tên qetilkirin. Di mehekê de 3 jin bi heman rengî hatin qetilkirin. Di pêvajoya vîrûsê bangên ‘li mal bimînin’ hatin kirin; lê me bi dehan car got ku ji bo jinan mal bûne cihê heqaret, tundî û cînayetê. Desthilatê AKP’ê li dijî vê yekê êrîşî komeleyên ku têkoşîna jinê didin kir. Jinên ku tekoşîn didin hatin girtin. Kesên ku bi zihniyeta DAIŞ’ê êrîşî jinan û gelê me dikin, dive baş zanibin ku em jinên kurd dê li dijî pişaftin, înkar û cînayetên jinan têkoşîna xwe bilindtir bikin.”   ‘EM Ê LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN’   Taşdemîr, bal kişand ser kuştina ciwanê kurd Bariş Çakan ku ji ber guhdarkirina muzîka kurdî hatibû qetilkirin û derbarê mijarê de ev tişt got: “Em ê li zimanê xwe xwedî derkevin û li her derê bibib bersiva van polîtîkayên nîjadperest. Wê peşengiya vê jî Meclisa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bikin.”