'Êrîşa li dijî Rosa ne tenê li dijî jinên kurd, li dijî hemû jinên cîhanê ye 2020-05-28 12:33:45 AMED - Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî geşedanên dawî daxuyanî da û diyar kir ku operasyona li dijî endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, ne tenê li dijî jinên Kurd e, li dijî hemû jinên Tirkiye û cîhanê ye. Ayşe Acar, anî ziman ku pirsên "Hûn çima aştiyê diparêzin, çima tev li çalakiyên 8'ê Adarê bûne û hûn çima pergala Hevserokatiyê diparêzin?" pirsîne.      Meclîsa Jinan a HDP'ê têkildarî geşedanên dawî li avahiya KCD'ê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan pankart û dowîzên ku wêneyên jinên hatin girtin li ser hebûn rakirin û nivîsa "Têkoşîna jinê nayê darizandin", "Jin Aştiyê dixwazin, Em dest ji têkoşîna demokrasiyê bernadin", "Em li dijî hemû tundiya jinê ne" rakirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran daxuyanî da û bal kişand êrîşên li dijî jinan. Ayşe Acar Başaran wiha got: "Li Tirkiye azadiya ramanê nemaye. Bi taybetî piştî 7'ê Hezîrana 2015'an tiştekî asayî nemaye. Êdî kuştina jinan asayî dikin. Her roj polîs, bekçî li ber çavan li kolanan îşkence dikin. Girtiyên siyasî li girtîgehan terkî mirinê dike û dixwaze vê yekê jî asayî bikin."     Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser binçavkirin û girtina rêveberên Komeleya Jinan a Roza û TJA'yê û wiha berdewam kir: "Hefteya borî 18 kesên ku piraniya wan ji jinan pêk tê hatin binçavkirin. Piraniya jinan rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, Aktîvîstên TJA'yê bûn. Armanca van hevalên me avakirina welatekî demokratîk û hiqûqê bû. Parastina mafê jinê bû. Li Amedê yekane komeleya jinan bû. Bi rejîma çûnta serê sibê hevalên me li malên wan binçavkirin. îqtîdar bi manupulasyonan dixwaze xebatên jinan û komeleyan terorîze bikin. Di vê operasyona darbeyê de pirsa 'We çima 8'ê Adarê oragîze kir? Hûn çima mafê jinê diparêzin? Hûn çima dibêjin aştî? Hûn çima dixwazin tecrîd bi dawî bibe? Hûn çima pergala Hevserotiyê diparêzin? Hûn çima dibêjin Gulistan Doku li ku ye?" û gelek pirsên din. Erka îqtîdarê ne ewe ku xebatên jinan bidarizîne. Erka hikûmetê ewe ku pirsgirêkên civakê çraeser bikin."     'ÊRÎŞ LI DIJÎ HEMÛ JINEN CÎHANÊ YE'   Başaran, da zanîn ku di binçavkirina jnan de bi dehan dosyayên jinên serî li Komeleya Jinan dane jî desteser kirin û wiha got: "Divê ev dosya veşarî bên girtin.  Lê bi desteserkirina dosyayan mafê jinan ê arastinê jî binpê kirin. Ev êrîş ne tenê li dijî jinê Kurd e. Ji pirsan ku hatin pirsîn jî xuya dibe ku ev êrîş li dijî hemû jinên Turkiyeyê ye. Li dijî hemû jinên cîhanê ye. Ger ku parastina aştiyê sûc be, em jî wî sûcî dikin. Ger ku parastina wekheviya jin û mêr sûc be, em jî wî sûcî dikin. Em jin li dijî van hemû tiştan emê jinê biparêzin û li djiî îstîsmara zarokan derkevin. Em qet û qet tu caran gavan paşve navêjin."     'EM BI HEVRE LI DIJÎ NORMALKIRINA HIŞMENDIYA MÊR TÊBIKOŞIN'   Ayşe Acar Başaran, herî dawî bang li hemû rêxistin û jinên di nava partiyan de kir û got: "Ez bang li hemû jinên ku têkoşîna jinan dimeşînin dikim. Ev êrîş ne tenê li dijî jinên Kurd, Rosa û HDP'ê ye. Ev êrîş li dijî hemû jinan e. Hemû jinên AKP, MHP; CHP û divê hemû jin li dijî van êrîşan bi hevre dengê xwe bilind bikin. Em bi hevre pêşeroja xwe ava bikin. Em li dijî hewldana mêr a asayîkirinê bi destê jinan jiyanek asayî ku bê jiyîn ava bikin."