'Operasyon li dijî hemû jinan e' 2020-05-23 15:07:29   ÎZMÎR - Nûner û rêxistinên jinan diyar kirin ku di vê pêvajoya “Efûya bi rêya zewacê" anîn rojevê de, binçavkirina siyasetmedarên jin ne tiştekî asayî û ji rêzê ye û gotin: "Ev operasyona binçavkirinê, li dijî hemû jinan e."    Bertek û nezabîbûnên li dijî 18 jinên kurd ên siyasetmedar zêde dibin. Di operasyona ku navenda wê Amed e de Rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, aktîvistên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê jî di navde gelek siyasetmedar hatin binçavkirin. Jinan berter nîşanî binçavkirinê dan û xwestin jin serbest bên berdan. Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berna Çelik, diyar kir ku êrîş û binçavkirin, li dijî tevgera azadiya jinê pêk hatiye û ev nişan dide ku AKP çiqas tengav bûye. Çelik, da zanîn ku AKP bi vê operasyonê carek din ruyê xwe yê tundî, zext û şer nîşan daye."    Endama Meclîsa Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Gulcan Taşkiran jî anî ziman ku tundiya li dijî jinan zêde bûye. Taşkiran da zanîn ku bi zagona înfazê sucdarên çete û tecawizê hatin berdan û tundiya li dijî jinan bêtir zêde bûye. Taşkiran da zanin ku binçavkirina rêveberên Komeleya Jinan a Rosa ne ji rêzê û asayî ye û wiha got: "Hemû îqtîdarên faşist ewil êrîşî jinê dikin û dixwazin civakê teslîm bigirin û têkoşîna wan bişkînin. Êrîşa li dijî Komeleya Jinan a Rosa li dijî hemû tevgera jin pêk hatiye.   Endama Piştevaniya Mor Deniz Uslu jî anî ziman ku dewlet di dijminantiya jinê de sînoran nas nake. Darbeyan di destkefiyên jinan dixin. Ev operasyon li dijî hemû jinan hatiye kirin. Divê em şewirmendiya xwe sist nekin.