Polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa de girtin 2020-05-22 11:40:13 AMED - Polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosa ku gelek endam û rêveberên wê di saetên serê hatin binçavkirin de, girtin. Komeleyê  banga “piştevaniyê” kir.  Di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Amedê hat birêve birin de, di saetên serê sibê de bi ser gelek malên siyasetmedarên kurd de, hat girtin. Polîsan di heman demê, bi ser Komeleya Jinan a Rosa ya li navçeya Peyas a Amedê ku serê sibê gelek endam û rêvebeberên wê hatin binçavkirin de, digirtin.    Polîs bêyî ku agahiyê bidin rêveberên komeleyê bi ser komeleyê de girtin. Polîsan deriye komeleyê şikandin û ketin hûndir. Derbarê hinceta serdegirtina polîsan de tu agahî nehatin bi dest xistin. Hat zanîn ku polîsan di lêgerîna komeleyê de dest danîn ser hemû  ewraqên qeyd û girtekan.   KOMELEYÊ BERTEK NÎŞAN DA Û BANG KIRI    Li ser hesabê medya civakî ya komeleyê hat parvekrin ku endamên wan hatin binçavkirin û polîsan bi ser komeleyê de girtiye.  Di parvekirina hat kirin de wiha hat gotin: “Di vê pêvajoya ku jin rastî tundiyê tên de, ji roja ku me komeleya xwe avakir û vir ve, bê rawestandin me xebat û têkoşîna xwe bi rêve bir. Îro jî li dijî komeleya me bêhiqûqiyek mezin tê kirin. Emê van kiryaran tu carî qebûl nekin. Em ê tu carî serî li hemberî pergala desthilatdar a li dijî têkoşîn û destkeftiyên jinan serî netewînin û bi awayekê xurtir têkoşîna xwe dewam bikin. Em bang li hemû saziyan dikin ku piştevaniya xwe ya bi  Komeleya Rosa rave bikin. Tavilê divê hevalên me yên hatin binçavkirin bên berdan.”   KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN    Navên kesên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin wihane: Endama Avakara Komeleya Jinan a Rosa ya Rihayê Narîn Gezgor, endama Avakara Komeleya Jinan a Rosa ya Amedê Ayla Akat Ata, Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ( TJA) Gulcîhan Şîmşek û Zelal Bîlgîn, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, endama Desteya Rêveber a Navenda (MYK) ya HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevserokên Rêxistina HDP’ê yên Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarên kurd Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn, Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Fatma Gultekîn.