Rêxistinên jinan ji bo girtiyên siyasî dest bi kampanyayê kirin 2020-05-21 12:42:11 AMED - TJA'yê bi rêxistinên jinan ên navnetewî re ji bo girtiyên siyasî werin berdan kampanya "Piştevanî me dide jiyandin" dan destpêkirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) kampanyayek girîng da destpêkirin. TJA li gel rêxistinên jinan ên navnetewî re ji bo berdana girtiyên siyasî kampanya "Piştevanî me dide jiyandin" da destpêkirin. TJA'yê têkildarî kampnayayê li navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, Hevseroka Rêxistina HDP'a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik, aktîvîsta TJA'yê Summeye Gok, Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran, Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas beşdarî civînê bûn.   Ayşe Gokkan kampanyayê bi xwendina metnek kurdî ji raya giştî re ragihand. Metna bi sernavê "Piştevanî me dide jiyandin" a ji aliyê Gokkan ve hat xwendin wiha ye:   "Girêdayî talankirin û wêrankirina ku pergala Modernîteya Kapîtalist li ser xweza, civak û derdorê ava kiriye, îro şewba vîrûsa coronayê li ser jiyan û tenduristiya mirovan talûkeyek mezin pêş dixe. Berê jî pandemiyên şewb û nexweşiyên wekî Colera, AIDS, şewba çûkan, Şewba Barazan SARS I / II derketin holê. Herî dawî Covid-19 derket holê. Ev vîrûs encama hewldan û êrîşên pergala Modernîteya Kapitalist a ku ji bo zêde karê bi dest bixe, li ser xweza û civakê dimeşîne ye.   GIRTÎ BI MIRINÊ RE RÛBIRÛ HATINE HIŞTIN   Gelek dewlet vê vîrûsa corona ji bo xwe dikin firsend û vê şewbê li dijî kal û pirên ku hişê civakê ye û di nava civakê de kesên herî bê parastin in û li dijî girtiyên bê parastin bikar tîne. Bi taybetî girtiyên siyasî û muxalif, li dervê zagona înfazê ya qaşo ji bo rê li pêş belavbûna vîrûsê ya li girtîgehan bigire derxistin, hiştin û ew terkî mirinê kirine. Dîsa di serî de jin û zarok jî di navde li gelek welatên cîhanê bi sed hezaran girtiyên siyasî li girîgehan di şert û mercên herî xirab de girtî ne.   Xwarinan xerab didin wan, paqijî nayê kirin û malzemeyên parastin û paqijiyê nadin wan. Di şertên bê tenduristî de têne girtin. Li dijî şewbê bê perastin in. Li hin welatan bi hinceta virûsa corona di zagonan de guhertin çêkirin. Lêbelê girtiyên siyasî û muxalif ku ji aliyê rejîmên dijdemokratîk ve wekî dijmin tên dîtin, bi zanebûn wan bi talûkeya vêrûsê re rû bi rû dihêlin. Ev polîtîkayek bi zanebûn e.   XWEDÎ LI WAN DERKEVIN Û WAN BIPARÊZ IN   Girtîgeh cih û warên ku ji cemaweriyê hatine qutkirin e. Bi taybetî ji bo dengê girtiyên siyasî û muxalifan qut bikin, bi dîwarên bilind û torên têlên bi dirî, wan tecrîd dikin. Ji ber vê yekê pir girîng e ku mirov her dem bibe dengê wan û dengê 'Yên hundir' bigîne 'Derve'. Lê di vê pêvajoya şewba vîrûsa corona de ku tenduristî û jiyana wan di bin talûkeyê de ye, ji her demê bêtir gîng û lez e ku mirov bibe dengê wan. Divê em kesên ‘Li derve', di vê pêvajoyê de girtiyên siyasî yên şoreşger, berxweder, muxalif û xwişkên xwe yên li 'Hundir' biparêzin, li wan xwedî derkevin û jiyana wan biparêzin!   Bi taybetî parastina kesên bê parastin û jiyana wan di talûkyê de, ji bo me erkek wîcdanî û sincî ye. Girtiyên siyasî û muxalif, di nava kesên ji bo xelasiya ji kaos û krîza heyî û avakirina jiyana azad, aliyê herî grîng ava dikin. Bêedaletiya heyî, carek din nîşanî me dide ku divê tewez ev pergala cezakirinê bê rakirin. Armanca têkoşîna me jî jiyana cezakirina bê pergal û bê girtîgeh e. Ji ber ku em bawer dikin ku hûn jî wisa difiririn, em vê bangê bi were parve dikin. Em li bendê ne ku hûn jî tev li vê kampanya me ya ji bo girtiyên siyasî û muxalif ên jiyana wan di bin rîskekî mezin de ye bên berdan, bibin.   Em di kampanya xwe ya "Piştevanî dide jiyandin" de van tiştan dixwazin:   • Girtî, bi taybetî girtiyên jin, ji bo bi xizm û hevalên xwe re têkevin nava temasê, ji bo rewş û fikrên girtiyan bi civakê re parve bikin û bidin xuyakirin.   • Ji bo piştgiriyê bidin hemû girtiyên li hemû welatan û ji bo hûn tev li kampanya daxwaznameyan a li dijî polîtîkayên hikûmê bibin.   • Ji bo em ji Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û hemû saziyên wekî wan bixwazin ku bi lez girtiyên siyasî serbest berdin, bixwazin ku zorê li welat, hikûmet û partiyên siyasî yên wî welatî bikin.   Vê kampanyayê hûn dikarin bi imze tevli bibin. Hûn dikarin imze ,agahî, wêne û dîmen calakiyan xwe bişînin e-Maila solidarityalive@riseup.net. Ser malper www.solidaritykeepsusalive.org û sosyal media: Twitter: @solidarityalive / facebook: Solidarity Keeps Us Alive / Insta: solidaritykeepsusalive em ê wan bi agahiyên ji girtingehan re parvebikin.   Vê kampanyayê gav bi gav di demêk dirêj de emê bigijînin merhela serkeftinê.   Kesên kampanyayê organize dikin wiha ne:   Free Women’s Movement (TJA), Kurdish Women’s Movement – Europe (TJK-E), RONAK, CENÎ - Kurdish Women‘s Office for Peace, International Women’s Alliance (IWA), Women Democratic Front Pakistan (WDF), Ruba odeh Palestine, Abya Yala Feminists, National Front for Egyptian Women, Moroccan Association for Progressive Women, Revolutionary Association of the Women of Afghanistan RAWA, Collective of Support for Women Prisoners in Aragon (C.A.M.P.A.), Leyla Khaled, Janet Biehl, Margaret Owen, Khadija Ryadi, Karima, Hafnawi, Selay Ghaffar, Weeda Ahmad, Dr. Aziz Rhali, Atika Ettaife"